Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Komkujiya Sêwazê tê bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 28 sal di ser komkujiya Sêwazê li Bakurê Kurdistanê re derbas dibin, bi vê boneyê îro li Sêwazê û hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin.

Salih Ayhan, Parêzgarê Sêwazê ragihand, di salvegera komkujiya Sêwazê de ew li sînorê wê parêzgehê rê li birêveçûna ti merasim û çalakiyan nagirin ku bi vê helkeftê tên sazkirin.

Di 2ê Tîrmeha 1993an de li hotêla Madimak a bajarê Sêwazê, di bûyereke şewatê de 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn û canê xwe ji dest dan. Du ji wan kesên ku di bûyerê de şewitîn, êrîşkar bûn.

Ew bûyer di nava xelkê de û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke “Komkujiya Sêwazê” tê binavkirin.

Partî û aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê tevî komele û rêxistinên civaka sivîl daxwaza dubare vekirina dosyeyê û destpêkirina lêkolînan derbarê wê bûyerê de dikin.

Lê tevî ku 28 sal di ser wê bûyerê re derbas bûye, lê belê hêj bikerên wê nehatine girtin û nehatine darizadnin. Di ser de jî, piştî derbasbûna 28 salan, ji ber derbasbûna demê, 13ê Adara 2021ê dosyeya bûyera şewata li Sêwazê hat girtin.

Rûniştvanên bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û Sunne mezheb in.

Di sala 1993an de, komeleya Elewiyan û kesatî û Şaîr û Rewşenbîr û Nivîsakarên Elewî dixwestin beşdariyê di Festîvala Pîr Sultan Ebdal de bikin, ku ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû organîzekirin.

Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tometbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de ti lêkolînek nehate kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.

Dosyeya komkujiya Sêwazê piştî derbasbûna 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbasbû ye, hate girtin û heya niha jî ti lêkolînek an encamên lêkolînekê derbarê bûyerê de nehatiye belavkirin.

Du roj beriya ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwazê belavokek hatibû belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatibû kirin ku di rojnameya Aydinlik de ku wê demê nivîskar Aziz Nesin sernivîskarê wê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.

Aziz Nesîn roja 1ê Tîrmehê di merasima destpêkirina festîvalê de amade bibû.

Dadgeha Destûrê serlêdana Komkujiya Sêwazê paş xist

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê piştî derbasbûna 7 salan di ser tomarkirina doza derbarê dosyeya Komkujiya Sêwazê de, ku îro civiya, nirxandina serlêdanê paş xist.

Parêzerên doza Komkujiya Sêwazê sala 2014an bi hinceta ku “Bandora qonaxa yasayî ya birêveçûna dozê nîne” serî li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê dabûn.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê îro Sêşembê 29ê Hezîrana 2021ê piştî derbasbûna 7 salan di ser tomarkirina doza derbarê dosya Komkujiya Sêwazê de, civiya.

Beşa Duyemîn a Dadgeha Destûra Bingehîn di civîna rojeva îro de serlêdan nîqaş kir. Di civînê de, biryar hate girtin ku serlêdan were paşxistin. Dê serlêdan paşê were nirxandin.

Beriya civîna Dadgeha Destûrî, parêzera dosyayê û parlamentera berê ya CHPê Şenal Sarihan ragihandibû ew li benda wê yekê ne Dadgeha Destûrî biryareke erênî derbarê dosyayê de bide.