Li Dêrikê Çar êrişkarên dadgehê ji bo dîwana dadgeha civakî hatin radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li najarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, herçar kesên ku êrîşî dadgehê kiribûn ji bo dîwana dadgeha civakî hatin radestkirin.

 

Di daxuyaniyekê de, Ofîsa Ragihandina Encûmena Dadweriya Civakî ragihand herçar kesên ku êrîşî dadgeha Dêrikê kiribûn ji bo dîwana dadgeha civakî hatin radestkirin.

 

Li gor daxuyanî, piştî bidawîhatina lêkolînan li gel herçar kesên çekdar, ew ji bo dîwana dadweriya civakî hatine kirin.

 

Herçar çekdarên ku roja 26ê Hezîranê êrîşî dadgeha Dêrikê kiribûn da ku kesekî ji malabata xwe, ku bi diziyê tohmetbarkirî bû azad bikin, bi tohmeta êrîşa çekdarî û girtina karmendan wek rehîne, ji bo dadweriyê hatine radestkirin.