Li Qamişlo alozî di navbera Asayîş û hêzên hikûmetê de derket

02-07-2019
RÛDAW
Hikûmeta Sûriyê 2 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser li Qamişlo girtine
Hikûmeta Sûriyê 2 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser li Qamişlo girtine
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Rêveberiya Xweser Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, aloziyeke emnî di navbera Rêveberiyê Xwesr û hikûmetê de derket.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku îro sêşemê, hêzên hikûmeta Sûriyê 2 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser li Qamişlo girtine.

 

Li hember jî, Asayişa Rêveberiya Xweser nêzîkî 10 kesan ji çekdarên milîsên Berevaniya Niştimanî û dezgehên emnî yên hikûmeta Sûriyê girtine.

 

Ev girtin bûye sedema aloziyekê di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo.

 

Pir caran bûyerên girtinê di navbera herdu aliyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de encam didin, lê piştre ew girtiyan bi hev diguhêrên û serbest berdidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst