Li Rojavayê Kurdistanê kirîn û firotina xaniyan sekiniye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî, li Dêrik, Tirbe Sipiyê, Amûdê û Qamişlo, tevî zêdebûna proseya avakirinê, lê tevgera kirîn û firotina xanî û zeviyan, ne li gorî pêşbîniyan e.

 

Herwiha nirxên wan xanî û zeviyan li gorî karîna darayî ya piraniya welatiyan nînin, ku ev kert bêhtir girêdayî bilindbûn û daketina bihayê lîreya Sûrî ye, li beramber dolarê amerîkî, weke ku şarezayên vî warî dibêjin.

 

Xwediyê nivîsgeheke bazirganiya xanûberan li Qamişlo, Hekîm Cewê Bavê Raman ji Rûdawê reragihand ku berî mûsim bi mehekê hinekî tevgera kirîn û firotina xanûberan hebû, lê di dema mûsimê de rawestiya, heta niha jî tevger baştir nebûye, ji ber ku gelek xelk li benda wergirtina pereyên mûsimê ne, lê dîsa jî pişt bi wan pereyan tê girêdan, ku ji derve derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

 

Hekîm Cewê got, bi sedema daketina buhayê lîreyê sûrî li beramber dolarê amerîkî, buhayên xanûberan jî bilind bûne.

 

Li gor zanyariyan, li ser rêya sereke ya Taxa Siyahî, xaniyekî heykel, di qada yekem de, bi rûberê 125 metre çargoşe, bi bêhtir ji 100 hezar dolarî tê firotin.

 

Li Taxa Kornîş, 1 metreya çargoşe ya xaniyekî heykel, di qada yekem de, bi 100 hezar heta 125 hezar lîreyên sûrî tê firotin. Li aliyê başûrê Kornîş, 1 metreya çargoşe ya xaniyê heykel, bi nêzîkî 80 hezar lîreyên sûrî tê firotin.

 

Hekîm Cewê ji Rûdawê re got, nirxên xaniyên Taxa Xerbî jî, weke yên Kornîş in.

 

Ev di demekê de ye ku nirxê pereyên sûrî bi 595-597 lîreyan e, li beramber 1 dolarê amerîkî.

 

Derbarê keresteyên ku di avakirinê de, têne bikaranîn, bazirganê reml û çîmentoyê, ji Qamişlo, Idrîs Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Remla sebbê, ku bi remla Dicle û Ferat tê naskirin, ji aliyê Reqayê tê Cizîrê. Nirxê 1 metreyê ji wê remlê, bi 7 hezar û 500 lîreyên sûrî ye. Lê sala par, bi 5 hezar û 500 lîreyan heta 6 hezar lîreyan bû. Nirxê 1 metreya remla hûr a xwecihî, ya Cizîrê, bi hezar û 100 lîreyên sûrî ye.”

 

Idrîs Xelîl ji Rûdawê diyar kir, 1 kîsê çîmentoyê, ku bi rêya Deriyê Elwelîd tê hawirdekirin bo Rojavayê Kurdistanê, bi 2 hezar û 700 lîreyên sûrî tê firotin, di demekê de, ku bi 2 hezar û 580 lîreyan tê kirîn.

 

Rêveberiya Xweser jî, 1 kîsê çîmentoyê bi 2 hezar û 300 lîreyan difiroşe hinek kesan.

 

Berî çend mehan, xelkên Rojavayê Kurdistanê, bi dewlemendî û hatina werzê çandiniyê yê ceh û genim geşbîn bûn, lê bi sedema ziyana şewata ku zevî tûşî wê bûn, hinekî rewş kete jêr bandora wê yekê, lê belê bazirganên xanî û zeviyan dibêjin ku bêhtir kirîn û firotin, di vî warî de, girêdayî wan pereyan in, ku ji derve derbasî welat dibin.