Îro 26 sal di ser Komkujiya Sêwazê re derbas bûn

02-07-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Komkujiya Sêwazê Tirkiye Kurd Elewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 26 sal di ser komkujiya Sêwazê re derbas dibin, bi vê boneyê li Sêwaz, Enqere, Îzmîr û hejmareke bajarên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên bibîranînê têne lidarxistin.

 

Di 2ê Tîrmeha 1993an de li hotêla Madimak a bajarê Sêwazê, di bûyereke şewatê de 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn û canê xwe ji dest dan. Du ji wan kesên ku di bûyerê de şewitîn, êrîşkar bûn.

 

Ew bûyer di nava xelkê de û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke Komkujiya Sêwazê tê binavkirin.

 

Rûniştvanên bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û Sunne mezheb in.

 

Wê demê komeleya Elewiyan û kesatî û Şaîr û Rewşenbîr û Nivîsakarên Elewî dixwestin beşdariyê di Festîvala Pîr Sultan Ebdal de bikin, ku ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû organîzekirin.

 

Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tometbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de ti lêkolînek nehate kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.

 

Dosyeya komkujiya Sêwazê piştî derbasbûna 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbasbû ye, hate girtin û heya niha jî ti lêkolînek an encamên lêkolînekê derbarê bûyerê de nehatiye belavkirin.

 

Du roj berî ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwazê belavokek hatibû belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatibû kirin ku di rojnameya Aydinlik de ku wê demê nivîskar Aziz Nesin sernivîskarê wê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.

 

Aziz Nesîn roja 1ê Tîrmehê di merasima destpêkirina festîvalê de amade bibû.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst