Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê li seranserê sînorê Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê çandina garis û darên mêwe qedexe kir. Li gor vê biryarê, cotkarên ku zeviyên wan li ser sînor hene, divê 300 metreyî li dûrî sînorê diyarkirî çandiniyê bikin.
Li navçeyên sînorî yên navbera bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çandina garis, darên mêwe û berhemên bilind hate qedexekirin. Parêzgarê Mêrdînê û saziyên din ên parêzgehê sedema vê biryarê bi tedbîrên ewlekariyê yên li navçeyên sînorî ve girêdidin.
Serokê Navenda Bazirganî û Dexil a Qoserê, Mehmet Şerif Oter dibêje: “Ev biryara hatiye dayîn bi asayîşa welat û welatiyan ve girêdayî ye. Bêguman pêwîst nake ti kesek gotegotê li ser vê mijarê bike. Ji ber her dema asayîş bû cihê behsê, wê demê asayîşa welat û mirovan li pêş hemû tiştekî ye.”
Di biryarê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku bi pêbendbûna yasaya hejmar 5442 ya îdareya parêzgehê, li nav zeviyên qedexekirî yên ser sînor, bi taybetî rêyên wan gundên nêzîkî hêla sînor, çandina garis, darên mêwe û berhemên din ên bilind hatiye qedexekirin.
Rexne û gazinên hinek welatî û bi taybetî cotkaran hene û ji biryarê nîgeran in. Beşek jî dibêjin ev pêngavek e ku ji bo ewlekariya xelkê hatiye avêtin.
Cotkar, Mehmet Nezir Aydin jî dibêje: "Destpêkê ya herî girîng bo me ewlehî ye. Eger asayîş nebe ti fêdeya çandina dar û berhemên din jî nabe. Destpêkê divê asayîş hebe. Bo vê yekê pêwîst e piştîvaniya dewletê bikin. Niha em li nêzîkê sînor garis naçînin, demek berê min darên fisteqan kirîn, lê ji ber wê qedexeyê nikarim biçînim."
Tirkiyê berî niha jî çend caran pêngavên wiha, li navçeyên sînorî avêtibûn.
Herî dawî Tirkiyê dîwareke konkrêtî bi dirêjahiya 511 kîlometreyan, li deverên sînorî yên Riha, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn û Şirnexê ava kir, ku 66.81 kîlometreyên wî dîwarî dikeve nav sînorê parêzgeha Mêrdînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse