Elmas Fazil: Ji bo vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê du alternatîv hene

02-07-2018
RÛDAW
Nîşan Elmas Fazil Kerkûk Hewlêr Alternatîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryardera encûmena parêzgeha Kerkûkê ragihand, ji bo vekirina rêya Hewlêr- Kerkûkê, du rêyên alternatîv hene, ku eger bixwazin vê rêyê vekin, dikarin bikin, lê bi gotina wî hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem hikûmeta Iraqê di wê derbarê de xmesar in.

 

Biryardera Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Elmas Fazil ji Rûdawê re ragihand, eger herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê dixwazin rêya Hewlêr-Kerkûkê vekin û eger hinceta wan têkçûna pira Pirdê be, du rêyên din ên alternatîv hene, yek ji bo çûn û hatina otombêlên biçûk, rêya nav Pirdê were bikaranîn, yan pireke daliqandî were danîn heta ku pira Pirdê were çakkirin.

 

Elmas Fazil got, ew wke  encûmena parêzgeha Kerkûkê dê pêşniyara xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê bikin.

 

Pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve biryara vekirina rêya navbera Hewlêr-Kerkûkê daye û amadekariyên wê yekê jî encam daye, lê belê hikûmeta Iraqê heta û rêveberiya niha ya Kerkûkê ya piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, dijatiya vekirina vê rêyê dikin û ti pêngav bi mebesta vekirina vê rêya stratejîk de nehavêtine.

 

Ew yek di demekê de ye, ku li gorî destûra Iraqê nabe, ku ti rêyek lis er xelkê were daxistin. Tevî ku 18 îmza li nav encûmena parêzgeha Kerkûkê bo vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê hatine komkirin, lê belê parêzgarê bi kefalet ê Kerkûkê heta niha bersiva wê daxwaza encûmena parêzgehê nedaye.

 

Astenga din a li ber nevekirina rêyê, pira Pirdê ye ku Kerkûk û Hewlêrê bi hev ve girê dide û nêzîkî 8 mehan e ku beşek e wê rûxiyaye. Li gorî texmînan, jibo nêjenkirin û çakkirina beşê xirabbûyî yê wê pirê, 700 milyon dînar pêwîst e.

 

Di 16 cotmeha sala 2017an de, dema ku Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê û navçeyên ku Hewlêr û Bexdayê li ser wan nakokî hene, kiribû, rêya Hewlêr- Kerkûkê hate daxistin û heta niha nehatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst