Minîbusa karkerên çandiniyê wergeriya: Mirî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê têde bûn wergeriya û 3 kesan canê xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku piraniya karkeran ji koçberên Sûriyê ne.

 

Li gor agahiyên berdest minîbusa ku plaqa wê 33 MN 180 ye û karkerên çandiniyê tê de bûn, li ser rêya Gozne-Arslankoy di çaryana Arslankoyê de wergeriya.




Çend tîmên tenduristî û hawarçûnê bo cihê qezayê hatin şandin.


Li gor agahiyên destpêkê 3 kesên ku di wesayîtê de bûn, li cihê qezayê can dan, 16 kes jî birîndar bûn.




Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr û mirî jî nirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê.