Li Şera erebên nîştecihkirî û çekdaran dest danîne ser mal û mulkên kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Şera yê ser bi Efrînê ve, çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve dest danîne ser malên 8 malbatên vegeriyayî û nahêlin ku ew malbat têkevin malên xwe. Çekdarên opozisyonê herwiha li şûna wan malbatanên bi esil ên herêmê, erebên biyanî li malên wan bi cih kirine.

 

Li gorî çavkaniyên ji nav bajarokê Şera yê Efrînê, tevî ku çend caran kesayetî û rûsipiyên bajarokê Şera serdana binkeya hêzên Tirkiyê kirine, û gilî û gazindên gundiyan gihandine wan, lê desthilatdarên Tirkiyê qet pêngavek jî ji bo rawestandina kiryarên çekdaran û parastina mal û milkê welatiyan nehavêtine.

 

Roja 6ê Adara 2018an, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve derbasî navenda bajarokê Şera yê ser bi Efrînê ve bûn.

 

Li gorî çavkaniyên ku ji nav bajarokê Şera ji Rûdawê re axivîne, ji wê rojê ve, çekdarên ser bi Tirkiyê ve rojane zilm û binpêkirinan li xelkê bajarok dikin. Heman çavkaniyan hin ji kiryarên wan çekdaran ji Rûdawê be vegotin.

 

Nahiyeya Şera ji her yek ji Şera, Xirabê Şera û Sînka pêk tê.

 

Li navenda Şera, ji koka 250 malî, niha 127 malên resen hene, li hember jî 70 malbatên ereb ji gundewarên Hims û Hemayê li Şera hatine niştecîkirin

 

Ji roja kontrolkirina Şera ve, çekdaran jeneratorê elektirîkê dizîne û heta niha bajarok bê elektirîk e, herwiha çekdaran jeneratorên avê jî dizîne û bajarok heta niha bê av maye.

 

Nanê Firneya Şera li tevahiya herêmê bi nav û deng bû, niha çekdaran dest daniye ser firneyê û nanê herî xirab dipêjin. Herwiha ji destpêka Adarê ve û heta 10 Hezîranê paşmayî û gemar ji nav bajarok nehatiye rakirin.

 

Rojane çekdarên ser bi Tirkiyê ve mal û milkê gundiyan didizin.

 

Roja 28ê Hezîranê, çekdaran motorsîklê welatiyê bi navê Yûsif Ibrahîm dizîn.

Roja 29ê Hezîranê, çekdaran keplên elektirîkê ji nav bajarok dizîn. Di heman rojê de, çekdaran sarinc, anku beradeya welatiyê bi navê Hesen Qereman dizîn û şikandin tenê ji bo ku 1 kîlo mis, anku nuhas jê vekin.

 

Roja 30yê Hezîranê, çekdaran motorsîklê Melayê bajarok Mihemed Nebhan dizîn. Di1ê tîrmehê de, çekdaran dikana welatiyê bi navê Xelîl Îbiş vekirin û beşek ji kelûpelên di nav de dizîn.

 

Di 2yê Tîrmehê de, çekdaran xortimên avdanê yên welatiyê bi navê Sadellah Çoxedar dizîn.

 

Erebên niştecîkirî bi piştevaniya çekdarên ser bi Tirkiyê ve malên welatiyên Efrînî ku koçber bibûn û niha vegeriyane herêma xwe, radest nakin. Heta niha malên her yek ji Mihemed Nebhan, Nebîh Hesko, Kemal Îso, Nûrî Cafer, Xelîl Cafer, Qereman Qereman, malbata Ebdilmenan Qereman, Izet Ibrahîm û Mihemed Sîno ji bo wan nehatine vegerandin.

 

Heta niha mînên ku di dema şer de hatibûn vedan û çandin, nehatine rakirin.

 

Çavkaniyên taybet bi Rûdawê li nav bajarokê Şera tekez dikin ku tevî çend caran kesayetî û rûsipiyên bajarok seredana binkeya hêzên Tirkiyê kirin û gilî û gazinên gundiyan gihandine berpirsên wan binkeyan, lê desthilatên Tirkiyê hîç gavek ji bo rawestandina kiryarên çekdaran û parastina mal û milkê welatiyan neavêtine.