RUHA – Girê Xirabreşkê kete Lîsteya UNESCOyê
Hewlêr (Rûdaw) – Navê Girê Xirabreşkê yên li bajarê Ruha ya Bakurê Kurdistanê, kete nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yê UNESCOyê.
Li Bahreynê di 42emîn civîna Desteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de, biryar hat dayîn ku navê Girê Xirabreşkê di lîsteya sereke ya Mîrateyên Cîhanî de were tomarkirin.
Di civîna Desteya Mîrateyên Cîhanê de bi navê Wezareta Çand û Geştiyarî ya Tirkiyê, Rêveberê Mûzexaneya Ruhayê Celal Uludag amade bû, ku Uludag di heman demê de serpereştê lêkolînên li Girê Xirabreşkê ye.
Giringiya Girê Xirabreşkê
Girê Xirabreşkê 18 kîlometreyan dûrê navenda bajarêê Ruhayê ye û nêzîkî gundê Orencîkê ye. Li Girê Xirabreşkê gundekî 12 hezar salî heye, ku ji çerxa Neolîtîk maye. Tê gotin, ku Xirabreşk yek ji warê nîştecîbûnê yê herî kevn û yekemîn perestgeh li vê derê peyda bûye.
Bilindahiya Girê Xirapreşkê 15 metre ye û li ser rûbereke 300 metre çargoşe ye.
Li Girê Xirabreşkê ji sala 1995ê ve vekolîn tên kirin. Li vir nêzîkî 20 perestgehên çargoşe, peykerên mirovan, stûnên bi şiklê “T” û fîgurên ajalên kedîkirî, ku bejna wan di navbera 3 heta 6 metreyan û giraniya wan jî di navbera 40 heta 60 tonan de hatine peydakirin.