Şingal bûye 3 parçe û alên cuda lê bilind dibin

02-07-2017
RÛDAW
Şingal
Şingal
Nîşan Şingal Heşda Şeibî PKK
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Heşda Şebî di heyama kêmtirî mehekê de, 30 gund û komalgehên başûrê Şingalê kontrol kirin û gihiştine sînorê Sûriyê. Ji bo temamkirina projeya Hîlala Şîe, yek ji giringtirîn armanca Heşda Şeibî gihiştina vê herêmê bû.

 

Heşda Şeibî navçeya Beacê û 13 gund û komalgehên kurdên êzidî jî kontrol  kirin û ev der ji wan re bûye navendeke stratejîk.

 

Herçend fermandarên Heşda Şeibî beriya operasyonê digotin, ku dê van deveran piştî kontrolkirinê radestê nîştecihên deverê bikin lê heta niha ev soz bicîh nehatiye.  

 

Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis dibêje: “Em gihiştine sînorê Sûriyê. Me Beac û gundên dora wê rizgar kir. Em dê rêveberiya van herêman radestê xelkê herêmê bikin.”

 

Ev mehek e Heşda Şeibî li başûrê Şingalê bicîh bûye û Şingal bi vî awayî bûye 3 parçe. Parçeyek di bin desthilata Hêzên Pêşmerge de ye, parçeyak di destê hêzên ser bi PKKê û parçeyek ji di bin kontrola Heşda Şeibî de ye.

 

Cîgirê Serokê Civata Parêzgeha Nînowayê Nûredîn Qeblan jî diyar dike: “Weke Civata Parêzgeha Nînowayê me divê PKK hêzên xwe ji herêmê vekişe. Çimkî ev hêz ne hêzeke iraqî ye. herwiha em daxwazê ji Heşda Şeibî jî dikin, ku wan herêman radestê rêveberiya xwecihî bike.”

 

Rêveberiha xwecihî ya Nînowayê plana vegera nîştecihîn Beac û derdora wî amade kiriye lê berpirsên rêveberiyê ne bi hêvî ne, ku di vê rewşê de aramî vegera navçeyê.  

 

Nûredîn Qeblan dibêje: “Pêwîst e hemû dezgehên hikûmî vegeran wan deverên hatine rizgarkirin. Divê qaymiqamê Beacê vegere ser karê xwe. Nabe rêya wî were girtin.”

 

Akinciyên Şingalê ji ber dagirkirina DAIŞê ji herêmên xwe revîbûn. Niha ev herêm bi temamî hatiye rizgarkirin lê çarenivîsa Şingalê hê jî ne zelal e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst