SÊRT – Ji bo dawetekî 100 ser pez hate serjêkirin

02-07-2017
RÛDAW
Daweta Sêrtê
Daweta Sêrtê
Nîşan Sêrt Dawet Berwarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Berwarî ya bajarê Sêrtê, di daweta Mûrat Ozcanê endamê eşîreta Adiyan de, ji bo firavînê 100 ser pez hatine serjêkirin.

 

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê, di daweta kurê Emîn Ozcan kasayetê diyar ê eşîreta Adiyan, Mûrat Ozcan û Zehra Ozdemîrê ji eşîra Hîran a Bêdlîsê de 5 hezar kes hatine cem hev.

 

Di dawetê de berpirsên hikûmî û leşkerî yên Sêrtê jî amade bûn.

 

Dawet li baxçeyê dibistanê hate kirin û di firavînê de qelî, birinc, çekilmast û şîrînî hate xwarin. Ji bo xwarinê jî 100 ser pez hate jêkirin.

 

Birayê zava, Elî Ozcan got: “Li vir dawetên eşîretan wiha qelebalix dibe. Gelê Berwariyê bi nerîtên xwe ve girêdayî ne. Gelek eşîret beşdarê daweta me bûn. Weke eşîra Adiyan em herdem piştgirî didin aştiyê.”

 

Di dawetê de bi buhayê 100 hezar lîreyî zêr û pere bi bûkê ve kirin.

 (Çavkanî: DHA)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst