ROJHİLAT - Petrol û gaz dipijike!

Rojhilatê Kurdistanê (Rûdaw) – Parêzgeha Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê weke mezintirîn çavkaniya petrol û gaze tê dîtin lê xelkê Îlamê dibêjin, ti xêr û bereketa vê yekê negehe wan.

 

Berpirsên parêzgeha Îlamê dibêjin, li vî bajarî nêzîkê 40 hezar mirovên bê kar nehe. Herwiha zêdetirî 6 hezar xwendekarên ku dibistanên xwe xilas kirine, li benda kar in. Lê derfet ji bo peydakirina kar bo van kesan nayê dayîn.

 

Nûnerê Îlamê Selam Emînî dibêje, ji bo nîgeraniya xelkê nemîne û kesên bê kar bibin xwedan kar, hewl didin li kerta petrol û gaz, pişesaziyê û herwiha çandiniyê derfeta kar peyda bikin.

 

Beşa herî giring jî ku bikare derfetê kar ava bike, kerta karên petrol û gazê ye. Ji ber ku ev kert dikare valatiyekê mezin ê aboriya Îlamê dagire.

 

Derbarê vê mijarê de gelek guftûgo tên kirin. Îlamî dibêjin; “Li kêlgehên petrol û gazê yên Îlamê, li dewsa xelkên xwecîhî, kesên ji bajarên din kar dikin.”

 

Selam Emînî jî rexne li wê yekê digre ku karên petrol û gazê yên Îlamê ji Kirmanşanê ve tê birêvebirin û dibêje:

 

“Çavkaniya petrol û gaza rojavayê Îranê di bin pê me de ye. Lê kesên din vê çavkaniyê birêve dibin ku ti rolek wan di geşedana Îlamê de nine.”

 

Nûnerê Îlamê desnîşand ike ku derfet heye li hemû navçeyên Îlamê kargehên petrokimya bên avakirin û ev yek him pirsgirêka bêkariyê ji hole rake û him jî bibe sedema pêşketina Îlamê.  

 

Ji sedî 2.5 ê rezerva gaza hemû cîhanê li Îlamê derdikeve. Bi wateyek din, ji sedî 11’ê petrol û gaza Îranê li vî parêzgehê derdikeve.

 

Di salên 80’yan de jiber hênceta şerê Îran û Iraqê û di salên 90 û 2000 î de jî ji ber hênceta amadenebûna bingeha geşedanê û sedemên ewlekariyê, li Îlamê karê mezin ê sermaye û geşkirina aborî nehatine kirin.

Selam Emînî dibêje ew kesên hewldane sermayeya xwe li vî bajarî bikar bînin rastê zoriyan tên, ji ber vê dive piştgiriya wan bê kirin.