Mesûd Barzanî ligel Ehmed el-Cerba civiya

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştmanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmd Asî el-Cerba kir.

 

Di hevdîtinekê de ku îro, Çarşemê birêve çû Barzanî ligel Ehmed Cerba behsa pêşhatên dawî yên krîza Sûriyê herwiha tevî gefên terorîstan li ser navçeyê kirin.

 

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Srokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê behsa bûyerên vê dawitê yên Iraqê û “Kontrolkirina navçeyên Sinî ji aliyê hêzên çekdar û terorîstan ve”kirin.