Şaredarê Wanê Bekir Kaya êdî dikare geşta derve bike

 

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha bajarê Wanê li bakûrê Kurdistanê, qedexeya geştên derve ya li ser şaredarê Wanê Bekir Kaya û 12 kesên din betal kir.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, îro (02.07.2013) rûniştina doza şaredarê Wanê Bekir Kaya û 12 tohmetbarên KCKê ku 7ê Hezîrana par hatibûn girtin û îsal hatin berdan li dadgeha Wanê hat sazkirin.

Di rûniştinê de li ser daxwaza parêzerên tohmetbaran, qedexeya geşta derve li ser 13 tohmetbarên han hat rakirin.

Şaredarê Wanê Bekir Kaya û gelek endam û berpirsên BDPê roja 7ê Hezîrana 2012 bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” hatibûn girtin.

Piştî destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, Kaya û 7 girtiyên doza KCKê roja 30ê Adara îsal hatin berdan. Heta niha gelek girtiên doza KCKê di çarçoveya pêvajoyê de hatine berdan.