Karayilan bersiv da angaştên ‘PKK dê bibe dewlet’

02-06-2024
Nîşan Murat Karayilan PKK Dewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan li ser angaştên wekî, “PKK dê bibe dewlet” û “tiliya hêzên derve” got, “Gotina tiliya derve nexweşiya desthilatdarên dewleta Tirk e.”

Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê biryara hilbijartinan hat standin bi taybetî di medyaya Tirkiyeyê de îdiayên wekî “PKK dê bibe dewlet” belav bûn.

“Ev xefleta wan a herî mezin bû”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Murat Karayilan pirsa ANFyê ya li ser mijarê bersivand û got:

“Gotina tiliya derve nexweşiya desthilatdarên dewleta Tirk e.

Ji bo têkoşîna azadiya Kurd her tim tiliyekê ji derve derdixin.

Rastiya wê, salên destpêkê têkiliya Cemiyeta Tealî ya Kurd bi Îngilîz û Fransiyan re hebû. Bi rastî jî ev xeletî û xefleta wan a herî mezin bû.

“Îdiayeke vala ye”

Gotinên ku Amerîka dê ji PKKyê re dewletekê ava bike gotegot in.

Îdiayeke vala ye ku ti eleqeya wê bi rastiyan re nîne, ev berovajîkirina rastiyê ye.

Dewleta Tirk 40 sal in bi piştgiriya Amerîka û NATOyê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê şer dike.

Bêyî desteka NATOyê dewleta Tirk nikarîbû şer evqasî dirêj bidomanda.

Ma ne mînaka herî berbiçav ew e ku Rêber Apo ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi komployekê hatiye girtin û radestî Tirkiyeyê hatiye kirin?

Ma ne dewleta Tirk bi piştgiriya Amerîka û NATOyê li Îraq û Sûriyeyê ewqasî aktîv e û cihê ku dixwaze êrişî wir dike?

Heta li Başûrê Kurdistanê hinek Kurd bi Tirkiyeyê re tev digerin, bingeha vê ma ne ev hêz in?

Bi kurtasî, Amerîka piştgiriyê dide wan. Ji bo vê jî ‘xelat’ danî ser serê hevalên me.

Li gel vê jî têkiliya taktîkî ya Amerîkayê ya bi HSDyê re tenê li dijî DAIŞê hatiye bipêşxistin.

“PKK û HSD ne heman tişt in”

Ev yek bi PKKyê re bê girêdan, dûrî aqilan e.

Beriya her tiştî PKK û HSD ne heman tişt in.”

“Ev rewşeke dînbûnê ye”

Murat Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê ya li beramberî hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî:

“Di vê mijarê de ji aliyê rejîma AKP-MHPyê ve dijminatiyeke rasterast û topyekun li Kurdan tê kirin.

Dîsa dijminatiya li hemberî pergala demokratîk heye.

Belê, dewleta Tirk li dijî van hilbijartinan derdikeve, wan hilbijartinan neqanûnî bi nav dike.

Herwiha li ser vê mijarê ji aliyê Wezareta Parastinê ve daxuyanî hat dayîn.

Bi qasî ku ez dizanim 6 milyon kes li wir dijîn. Ev kes hewl didin bi sîstema herî demokratîk xwe bi rê ve bibin lê rejîma AKP-MHPyê li dijî hilbijartinên xwecihî yên demokratîk e û agir ji devê wan dibare.

Ne tenê li hemberî Kurdan, li hemberî hemû kesên li wir dijîn nêzîkatiyeke dijminane bi pêş dixin.

Ev rewşeke dînbûnê ye. Dijminatiya bi vî rengî ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî din nayê ravekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst