Li Soranê cenazeyên jinekê û zilamekî hatin dîtin

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Soran Werte Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Werteyê ya navçeya Soranê ya Hewlêrê cenazeyên jinekê û zilamekî ku cihê guleyan li ser wan hebûn di otomobîlekê de hatin dîtin.

Rêveberê Nahiya Wertê ya navçeya Soranê Şoreş Hesen ji Rûdawê re ragihand ku li Wertê cenazeyên jinekê û zilamekê di otomobîlê de hatin dîtin.

Şoreş Hesen da zanîn ku cihê guleyan li ser wan hebûn û ew bi çekê hatine kuştin.

Bi gotina Şoreş Hesen, hêzên asayîşê û polîs li ser agahdakirinê çûn cihê bûyerê û ji bo kesên mirî bên tesbîtkirin û kujer bên dîtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rêveberê Polîsên Werteyê Erşad Ballekî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo zelalkirina bûyerê lêkolînên wan berdewam dikin.

Ballekî herwiha da zanîn ku cenazeyên kesên canê xwe ji dest daye ji bo otopsiyê şandine Morga Tiba Edlî ya Soranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst