ŞIRNEX - Mamosteyê ku dixwest honik bibe ket çem û xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê mamosteyek ji bo ku honik bibe, ket çem û li ber avê çû.

Kesên derdorê mamoste derxist û bir nexweşxaneyê lê mamoste rizgar nebû û mir.

Mamosteyê bi navê Mehmet Kinna (26) ku li navçeya Silopiyayê di Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkê ya Yenîşehirê de mamostetî dikir, bi hevalên xwe re ji bo geşt û seyranê çû bajarokê Sêgirkê yê Qilabanê.

Mehmet Kinna ji bo ku honik bibe, ket Çemê Hizîlê lê li ber avê çû.

Kinna bi alîkariya kesên derdorê ji nava çem hat derxistin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Kinna bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qilanê.

Lê tevî midaxaleyan Kinna nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.