Li Hesekê asayişê grûpeke şelandinê girt

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser çend şebekeyên şelandinê li bajarê Hesekê girtin.

Wan kesan, xwe wekî asayîşê bi nav dikir, kincên asayîşê li xwe dikir, çek hildigirtin û li ser rêyan otomobîl û kamyonên welatiyan rawedistandin.

Şebekeyên şelandine herwiha gef li şofêr û welatiyan dixwar û ew dişelandin.

Hat zanîn ku wan şebekeyan li gelek deveran jî pezê şivanan bi zorê ji wan standine.

Endamê Ofîsa Rûbirûbûna Sûcan a Asayîşa Hesekê Seyîd Îbrahîm ragihand ku di van demên dawî de, hinek welatiyan ew agahdar kiriye ku li ser rêyên derdora bajêr hatine şelandin.

Seyîd Îbrahîm herwiha eşkere kir ku wan dewriyên xwe xistine tevgerê û di encamê de hinek kesên ku şelandin dikirin, girtin.