DEM Partiyê li Curnê Reş qezenc kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Navçeya Curnê Reş a Rihayê di hilbijartinan de DEM Partî bi ser ket û alîgirên wê serkeftinê pîroz dikin.

Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez ragihand ku li Navçeya Curnê Reş di hilbijartina dubarkirî de li gorî encamên destpêkê DEM Partî bi ser ket.

DEM Partiyê di hilbijartina 31ê Adarê de bi ferqa 521 dengan bi ser ketibû.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de hinek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandibûn.

AK Partiyê îtîrazî encama hilbijartinê kiribû û li ser daxwaza wê hilbijartin hat nûkirin.

Li gorî encamê destpêkê DEM Partiyê li wê naçeyê qezenc kir.

Bi hezaran alîgirên DEM Partiyê li ber avahiyê partiyê kom bûne û serkeftinê pîroz dikin.