Hewlêr (Rûdaw) – Li Navçeya Curnê Reş a Rihayê di hilbijartinan de DEM Partî bi ser ket û alîgirên wê serkeftinê pîroz dikin.
Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez ragihand ku li Navçeya Curnê Reş di hilbijartina dubarkirî de li gorî encamên destpêkê DEM Partî bi ser ket.
DEM Partiyê di hilbijartina 31ê Adarê de bi ferqa 521 dengan bi ser ketibû.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de hinek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandibûn.
AK Partiyê îtîrazî encama hilbijartinê kiribû û li ser daxwaza wê hilbijartin hat nûkirin.
Li gorî encamê destpêkê DEM Partiyê li wê naçeyê qezenc kir.
Bi hezaran alîgirên DEM Partiyê li ber avahiyê partiyê kom bûne û serkeftinê pîroz dikin.
DEM Partî li Curnê Reş bi ser ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 2, 2024
🔶Li gorî encamên nefermî DEM Partiyê li navçeya Curnê Reş a Rihayê qezenc kir t û encam bi vî rengî ye:
🔶Namzedê DEM Partiyê: 10 hezar û 730 deng
🔶Namzedê AK Partiyê: 7 hezar û 420 deng
🔶Ferqa di navbera her du partiyan de: 3 bin 310 pic.twitter.com/KQhIkqm8e0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse