Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: Gelek kes di bin de mane

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Avahî Hilweşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê avahiyeke 3 qatî hilweşiya, gelek kes di bin kavilan de mane.

Li Taxa Kartaltepeyê ya navçeya Kuçukçekmeceyê îro avahiyeke 3 qatî ji ber sedemeke nediyar hilweşiya.

Li ser agahdarkirinê polîs, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî ku hat zanîn welatî di bin xirbeyan de hene, tîman dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir.

Heta niha 6 kes bi birîndarî ji bin kavilan hatine derxistin.

Herwiha hat ragihandin welatiyek bi derfetên xwe ji bin kavilan derketiye û 2 kes jî hîn di bin kavilan de ne.

Li gorî zanyariyan, tîmên rizgarkirinê li gel kesekî ku di bin kavilan de maye pêwendî çêkiriye û karê rizgarkirina wî kesî berdewam dike.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk ji cihê bûyerê ragihand ku cenazeyê kesekî ji bin kavilan hatiye derxistin.

Li aliyê din, parêzgariya Stenbolê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê da zanîn ku avahiyeke 3 qatî saet 08:40î hilweşiyaye û xwebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst