Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartinan dest pê kir

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Meksîka Hilbijartin Namzed Kuştin Şaredarî Dengdan Curnê Reş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 3 navçe û 4 bajarokên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinan saet 08:00an dest pê kir.

Li gorî biryara Lîjneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK), îro li 7 navendan hilbijartinên xwecihî tên dubarekirin.

58 hezar 259 dengder dê li 312 sindoqan deng bidin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji ber îtirazan biryar hatibû dayîn ku li 3 navçe û 4 bajarokan 2yê Hezîranê hilbijartin bên dubarekirin.

Herwiha li 212 taxan jî dê muxtar bên hilbijartin.

Dengder di navbera 08:00 û 17:00an de dê karibin dengê xwe bidin û li gorî yasayê qedexeya weşanê heta demjimêr 21:00ê dê berdewam bike.

Cihên ku dê 2yê Hezîrana 2024an hilbijartinên serokatiya şaredariyê bên kirin ev in:

Bakurê Kurdistanê

Riha - Curnê Reş

Dêrsim - Mêzgir - Perî

Sêwaz - Norxan - Guneykaya

Tirkiye

Aksaray - Guzelyurt

Kayseri - Pinarbaşi

Kirklareli - Luleburgaz- Buyukkariştiran

Aksaray - Saglik

Serokê Lîjneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Ahmet Yener 6ê Gulanê encamên fermî yên Hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan eşkere kiribûn.

Curnê Reş

Yek ji cihên ku dê hilbijartin li wê derê bên dubarekirin navçeya Curnê Reş a Rihayê ye.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê, DEM Partiyê ji sedî 33,2yê dengan û AK Partiyê ji sedî 30,72yê dengan bi dest xistibûn.

Piştî hejmartin bi dawî bû û girtename hatin nivîsandin hejmarek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandin.

Piştî wê jî li ser daxwaza AK Partiyê Komîsyona Hilbijartinê hilbijartin betal kirin û biryar da hilbijartin 2yê Hezîrana 2024an werin dubarekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst