Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê derxistina welatiyan ji Sûdanê asteng dike

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojava Sûriye Şam Sûdan Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser di daxuaniyekê de ragihand ku komîteyên taybet hewl didin welatiyên li Sûdanê asê mane derxin û bigihînin herêmê, lê hikûmeta Sûriyê astengiyan çêdike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje, ew li ser hewldanên xwe yêj ji bo derxistina welatiyên Sûrî û bi taybet xelkên ku ji navçeyên Rêveberiya Xweser li Sûdanê asê mane, berdewam in, lê belê rêveberiya Şamê ji bo wan astengiyan çêdike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku hikumeta Şamê seferên şîrketên balafiran ku pê re peyman îmze kirine, asteng dike.

Li gor daxuyaniyê, komîteyên taybet ên Rêveberiya Xweser hewl didin welatiyên li Sûdanê asê mane, bigihînin Qamişloyê, lê astengî mezin bûn û ew yek pêk nehat.

Herwiha tê gotin, Rêveberiya Xweser heta niha 369 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Sûdanê vegerandine.

Di daxuyaniya Daîreyê de hatiye destnîşankirin ku rayedarên hikûmeta Şamê ji bo vegera welatiyan bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şertan ferz dikin û propagandaya reşkirinê dikin.

Di beşeke daxuyaniyê de amaje bi gotina dîplomatekî Wezareta Derve ya Sûriyê hatiye kirin ku gotiye, hikûmeta Şamê 2 seferên bêpere bi rêya şîrketa ‘Ecnihet Şam’ pêk anîn û herî dawî jî 179 kes gihiştin balafirgeha Şamê, lê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser wê yekê red dike û dibêje, “rastî berovajî wê ye.”

Li ser vê yekê di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Komîteyên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ava kirine, wan ew ger bi şîrketa Ecnihet Şam a taybet re pêk anîne da ku welatiyan bigihînin balafirgeha Qamişloyê. Lê rayedarên hikumeta Şamê nehiştin şîrket welatiyên asê mane bigihîne Qamişloyê û ji bo propogandaya li ser rewşa mirovî ya welatiyên sûriyeyî welatî li balafirgeha Şamê danîn. Her wiha seferên din ên şîrketa ku bi Rêveberiya Xweser re li hev kiriye, qedexe kirin.”

Daîreya Têkiliyên Derve di daxuyaniya xwe de diyar kir, hikûmeta Şamê li pêş vegerandina welatiyan li herêmên xwe dibe asteng. Divê hikumeta Şamê deriyên xwe ji bo vegerandina sûriyan veke.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst