Li Hesekê dirûna genim dest pê kir

02-06-2023
Loloxan
Li Hesekê dirûna genim dest pê kir
Li Hesekê dirûna genim dest pê kir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Dirûna Genim Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê Cezîra Rojavayê Kurdistanê, dirûna zeviyên genim destpê kir. Xelkê herêmê tevî derd û êşan ji berhema îsal razî ne.

Di du salên dawiyê de hişkesaliyê zirareke mezin gihandiye cotkarên Rojavayê Kurdistanê lê ji ber ku îsal baş bariya cotkarên herêmê ji bermehên îsal bi hêvî ne.

Cotkar Mihemed Ehmed got “Me cotkaran di herdû salên borî de ji ber hişkesaliyê zerar dîtiye. Navçeya me bi giştî pişta xwe bi çandiniyê girêdide. Berhema îsal ji berhema 2019an û 2020an baştir e. Pirisgirêka me tenê bilindbûna nirxan û daketina nirxê lîre ye.”

Li Cezîra Rojavayê Kurdistanê ajeldarî û çandinî bi hev girêdayî ne, dema rêjeya baranê zêde be çêrgeh û pirêzeyên genim jiyana pez û ajelan di nav wan de misoger dibe, eger na ajeldarî pê re têk diçe.

Cotkar Hamid Xidir dibêje “Xelkê vê navçeyê pişta xwe bi çandinî û ajeldariyê girêdidin. Sala borî zêde zehmet bû. Kesê ku 200 serî pez li ba wî hebûn niha tenê çend serî li ba mane. Lê berhema îsal a genim li ba cotkaran baş e. Kesê deyndar dikare deynê xwe bide, herwiha kesek bixwze kurê xwe bizewicîne dikare vê yekê jî bike.”

Rêveberiya Xweser pêşbînî dike berhema genim a 2023yan, li navçeyên wan bigihêje nêzîka 1 milyon ton genim, di dema kirrîna yek kîlo genim ji cotkaran bi 43 sentên Amerîkî destnîşan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst