Evîn Cumaa: Li Rojavayê Kurdistanê tevî pêşketinan jî jin di metirsiyê de ne

02-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Rêvebera Komeleya Mafên Mrovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Evîn Cumaa
Rêvebera Komeleya Mafên Mrovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Evîn Cumaa
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Jin Evîn Cumaa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê tevî pêşketinan jî rewşa jinan ji rewşa giştî ne cuda ye û he jî di bin metirsiyê de ne.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Evîn Cumaa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ji destpêka krîza Sûriyê ve di 2011an de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guherîn di rewşa jinê de, di warên kesayetî, siyasî, civakî, abûrî, rêveberî û leşkerî de çêdibin, lê tevî vê yekê jî, tirs û zehmetî hene.

Rêvebera Komeleya Mafên Mrovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Evîn Cumaa dibêje “Li navçeyên Rêveberiya Xweser, jinê dikarîbû xwe gelekê bipêş bixe, bi taybetî ji aliyê zimanê dayikê ve, ji hemû milet û pêkhateyamn re, Kurd, Ereb, Siryan, Aşûrî, tevan di warê perwerdeyê de, bi taybetî zarokan dikarîbûn perwerdeya xwe bi zimanê dayik ê dîtinba. Tevî ku zehmetî di vî warî de hene lê pêşketineke baş heye. Lê tevî wiha jî hêj jin di tirsê de ne, ji aliyekî ve tirsa koçberiyê. Herwiha gefên li ser navçeyê û êrîşên dronan.”

Bi berevajî vê yekê, li navçeyên dagîrkirî û di bin destê grûpên çekdar de rewşa jinê xirab e.

Evîn Cumaa got jî “Mixabin cihên ku hatin dagîrkirin û ketin bin dagîrkirina dewleta Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî opozisyona Sûriyê, piştî ku pêşketin tê de çê bû, gelekî rewşa jinê hate guhertin û ber bi xirabiyê ve çû û bi rengekî gelekî zehmet, jin li wan deveran jiyanê dike û rastî hemû mijarên tundrewiyê tê û tê binçavkirin, destdirêjî lê tê kirin, kuştin, birîndarkirin, ango bi rengekî pir zehmet jiyanê dike.”

Nûtirîn amarên Komeleya Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin, diyar dikin ku, bi dirêjiya 5 mehên bûrî yên sala 2023yan, ango ji 01-01-2023 heta 31-05-2023yan, 5 keysên kuştina jinan çê bûne û 2 jin jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst