Li Kampa Holê navendeke çareseriya derûnî hate vekirin

02-06-2023
Hisên Omer
Li Kampa Holê navendeke çareseriya derûnî hate vekirin
Li Kampa Holê navendeke çareseriya derûnî hate vekirin
Nîşan Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin navendeke çareseriya derûnî hatiye vekirin û li wê navendê zarokên çekdarên DAIŞê têne perwerdekirin û bernameyên taybet ji bo wan hatine danîn.

Li navendeke çaksazî û pêgihandinê ya li jêr destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê zarokên DAIŞê di çaksazî û pêgihandinê re tên derbaskirin. Navendeke taybet e bi zarokên malbatên DAIŞê ku bi sedema mezinên xwe bi hizira tundrewiyê ve hatibûn girêdan.

Serokê Navenda Çaksaziyê Xalid Remo got, “Li navendên çaksazî û pêgihandinê yên taybet bi gencan, li ba me gencên tundrew hene ku di warê serbazî û îdeolojîk de tevlî DAIŞê bûbûn û hin jî ketibûn jêr bandora îdeolojiya DAIŞê.”

Bêhtirî 25 hezar zarokên ku temenê wan kêmtirî 12 salan in li Kampa Holê û kampên din de di nav qerebalixiyeke mezin sînordarkirî mane. Ew ketine jêr bandora 8 hezar dayik ku rojekê hevjînên çekdarên DAÎŞê bûn û baweriya wan a temam jî bi îdeolojiyaya wan hebû.

Serokê Navenda Çaksaziyê Xalid Remo anî ziman, “Niha malbat li Kampên Holê û Rojê rahênanê bi zarokan dikin.”

Navenda Çaksaziyê çendîn xizmetguzariyan ji bo gencan pêşkêş dike. Mijûlkirina wan bi lîstikê ji bo dûrxistina wan ji wê hizra tundrew ku dayikên wan dixine mejiyê wan.

Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan got, “Bê guman, di dawiyê de zarok vedigere dibistana xwe ya sereke ku ew jî dayik yan malbata wî ye, lewre em guhertineke mezin di reftara zarokê de nabîn, tevî hebûna navendên fêrkirinê li ba me, em guhertinê di reftara zarokan de li kampê nabînin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, dayikên li nav kampê hewl didin keç û kurên xwe bizewicînin da ku hejmara wan zêde bibe û cîbicîkirina planên xwe yên nihênî ku di nav de şikandina kontrola zîndanan û guhertina hevkêşeya ewlehiya navçeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst