Li sînorê Sîdekanê teqîn: Pasevanekî sînor canê xwe ji dest da

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Sîdekan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê nahyeya Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê di encama teqîna TNT de endamekî hêzên pasevanên sînor canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar e.

Bûyer îro piştî nîvro li Çiyayê Qelereş ê sînorê bajarokê Sîdekanê çêbûye.

Qaymeqamê Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, “Demjimêr 17:25ê êvara îro li Çiyayê Qelereşê ku xaleke hêzên pasevanên sînor lê heye, TNT bi du endamên hêzên pasevanên sînor de teqiyaye û di encamê de endamekî wê hêzê canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.”

Derbarê nasnameya wan kesan de jî Îhsan Çelebî got, kesê ku canê xwe ji dest daye navê wî Rizgar Ebdulkerîm û kesê ku birîndar e jî navê wî Saman Fetah e.

Qaymeqamê Sîdekanê diyar kir, her du polîsên pasevanên sînor di erk de bûne, û ji ber ku di boriya ava binkeya wan de pirsgirêk çêbûye, ji binkeyê derketine daku pirsgirêkê çareser bikin, lê di wê demê de TNT bi wan de teqiyaye.

Termê pasevanê ku canê xwe ji dest daye, bo Tiba Edlî hatiye şandin û birîndarê bûyerê jî piştî wergirtina çareseriya destpêkê, ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên Hewlêrê.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst