Hewlêr (Rûdaw) - Şahidên Komkujiya Dêrsimê Eşliye Çîçê (Fecire Erol) a ji gundê Ziîmek ê navçeya Xozatê û Necef Duman a 94 salî koça dawî kirin. Duman û Çîcê yên ku duh koça dawî kirin dê li gundê Ziîmekê bên veşartin.
Yek ji wan kesên ku ji Komkujiya Dêrsimê bi birîndarî rizgar bû Necef Duman a 94 salî duh Pêncşemê li Xarpêtê koça dawî kir.
Necef Duman a 94 salî ku di Komkujiya Dêrsimê ya 1938an de dema gulebarana li gundikê Hopik ê gundê Ziîmekê di bin cenazeya dayika xwe Besê de mabû û bi awayî rizgar bibû duh li Xarpêtê koça dawî kir.
Necef Duman piştî merasîma ku dê roja Şemiyê li cemxaneyeke Xarpêtê bê lidarxistin, li gundê Ziîmekê bê veşartin.
Eşliye Çîcê ya ku beriya mirina xwe ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) re axivî, li ser Komkujiya Dêrsimê gotibû, “Her kes li hev civandin û birin ser bêderê. Li wir mîtralyoz hatibûn bicihkirin. Her kesî dest bi qêrînê kir, yên ku reviyan jî hebûn. Mêr û jin ji hev vediqetandin, dibirin serê çiyê û gotin em ê wêneyê we bigirin. Em birin ser çiyê, em zarok in digirîn, birçî ne, nan û av dixwazin. Diya min ez xistim nav lingên xwe û birayê min danî ser sînga xwe û ser rû rûnişt, em veşartin. Devê çekekê pişta min re çû û min bi destê xwe derxist, gava min bi destê xwe yeke din jî derxist, destê min neliviyan, gotin qey ez mirime û çûn. Dema bû êvar, jinek hat û got, “Leşker çûne, kî sax be, bila rabe.” Li Hopikê em qetl kirin, me miriyên xwe ji cilên wan nas dikirin.”
Komkujiya Dêrsimê
Dewleta Tirkiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê 86 sal berî niha komkujiyeke mezin dijî Kurdan pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribûn. Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyê hatibû wergirtin 86 sal derbas bûn.
86 sal berî niha Dewleta Tirkiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin dijî Kurdên Elewî kir. Roja 4ê Gulana 1937an bi destê desthilata wê demê ya Tirkiyê CHPê li Parlamentoya Tirkiyê biryara “Tevgera Sirgûnkirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat wergirtin û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê pêk hat.
Roja 4ê Gulanê wek salvegera Komkujiya Dêrsimê tê qebûlkirin û her sal di 4ê Gulanê de li bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê çalakiyên bîranînê tên kirin.
Li gorî daxuyaniyên fermî di Komkujiya Dêrsimê de 16 hezar kes, li gorî daxuyaniyên nefermî jî 72 hezar kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin sirgûnkirin û bi hezaran zarokên Dêrsimî bi taybetî jî keç bi dane malbatên Tirk û ew ji malbatên wan hatin dûrxistin.
Seyîd Riza û hejmarek kesayetiyên navdar ên Dêrsimê 15ê Mijdara 1937an li Xarpêtê hatin darvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir bûn.
Belgefîlma "Domane 38" ku ji devê kesên bûne şahidê komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-38an de ku weke “lekeyeke reş” ketibû dîroka mirovahiyê, di Rûdaw TV de hat weşandin.
Belgefîlma "Domane 38" ku ji aliyê rojnamevan û nûçegihanê Rûdawê Elî Haydar Gozlu ve di nav 6 mehan de hatiye girtin, yek ji belgefîlmên Rûdaw yên ku gelekî girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse