Li Hesekê 2 zarok di Çemê Xabûrê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî gundê Ingizî rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, zarokekî 13 salî di Çemê Xabûr de xeniqî.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja Pêncşemê 1ê Hezîranê li nêzîkî gundê Ingizî rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, zarokekî 13 salî bi navê Ebbûd Xelef di Çemê Xabûr de xeniqî.

Herwiha hat ragihandi ku piştî demjimêrekê ji lêgerînê ji aliyê tîmên hawarçûnê termê vî zarokî hat dîtin û li bajarokê Mergede hat veşartin.

Di heman rojê de jî, berî çend demjimêran ji bûyera gundê Ingizî li bajarokê Til Temir bakurê rojavayê Heseke, zarokê 14 salî Enes Ehmed Xidir di nav Çemê Xabûr de xeniqî bû.