Ji Mezlûm Kobanî bangewaziya derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de

02-06-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava HSD Mezlûm Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî (Kobanî) ji ber gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman û bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir ku “pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

Di wan demên dawî de Tirkiye gefên xwe li dijî Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêdetir kirine. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrên berevanî û derve yên Tirkiyê di du heftiyên bihorî de çend caran gef xwarine ku artêşa Tirkiyê dê di demeke nêzîk de operasyoneke nû li bakurê Sûriyê pêk bînin.

Herî dawî Erdogan duh Çarşembê gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare kir û ragihand, ew dê destpêkê bajarokê Til Rifet û bajarê Minbicê ji dest hêzên Kurdî derxînin.

Li beramber zêdebûna gefên Tirkiyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da.

Mezlûm Ebdî li ser Twitterê dilgiraniya xwe li hember egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî navçeyên Rêveberiya Xweser anî ziman û ragihand, “Em ji tehdîdên nû yên Tirkiyê yên ku metirsiyeke mezin li ser Bakurê Sûriyê çêdike, nîgeran in.”

Mezlûm Ebdî amaje bi bandorên neyînî yên egera êrîşeke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, “Her êrîşek dê Sûriyan parçe bike, krîzeke mirovî ya nû çêbike, û niştecihên eslî û awareyan koçber bike. Zêdebûna aloziya nû dê bandoreke neyînî li kampanya me ya li dijî DAIŞê jî bike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê bang li civaka navdewletî dike û dibêje, “Em bang li aktoran dikin ku pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst