Di rojekê de 5 kes di Çemê Firatê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara rewşên xeniqînê di nav Çemê Firatê de li Rojavayê Kurdistanê, di rojekê de gihîşte asta herî bilind û doh 5 kes di nav çem de xeniqîn.

Li gor çavkaniyên xwecehî, roja Çarşema 1ê Hezîrana 2022an, di nav Çemê Firatê de li Dêre Zorê 5 kes ên ji gundên derdora çem xeniqîne. Li gor heman çavkaniyan, di nav kesên xeniqî de zarokekî 12 salî û xortekî 17 salî jî hene.

Di demsala havînê de ji ber bilindbûna pileyên germê û nebûna elektrîkê rêjeya mirin û xeniqîna zarok û xortan di nav çem û avan de zêde dibe.