Hewlêr (Rûdaw) – Îro Pêncşemê 10 top li nêzikî gundê Ravîna ya ser bi navçeya Amêdîyê ya Duhok a Herêma Kurdistanê ketine xwarê.
Mixtarê gundê Ravîna Refat Salih ji Rûdawê re ragihand, top di saet 15:30an de hatine avêtin û got, “Top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine avêtin, ti ziyanên canî çênebûne lê tirs di nav xelkê de çêkiriye.”
Refat Salih diyar kir, top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ji nuqteyên leşkerî yên li ser sînor hatine avêtin û li bax û zeviyên gundiyan ketine.
Ji sala 2020an ve Tirkiyê 4 operasyon li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê pêk anîne. Operasyona herî dawî ya bi navê “Pence-Kilîl”, di 18ê Nîsanê de dest pê kir.
#Bilez
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 2, 2022
Gundekî navçeya Amêdiyê hat topbarankirin.
Mixtarê gundê Ravîna ji Rûdawê re ragihand: Top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine avêtin, ti ziyanên canî çênebûne. pic.twitter.com/HW532qqyua
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse