Keçeke Kurd di sala 1890î de li Amerîkayê bawernameya bijîşkiyê bi dest dixe

03-06-2022
RÛDAW
Sabat Îslambolî li aliyê rastê wêneyê û du xwendekarên din di sala 1885 de.
Sabat Îslambolî li aliyê rastê wêneyê û du xwendekarên din di sala 1885 de.
Nîşan Amerîka Kurd Sabat Îslambolî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di sala 1885an de keçeke Kurd ji bo xwendina bijîşkiyê diçe Amerîkayê. Navê vê keça Kurd Sabat Îslambolî ye, di demekê de bawernameya pizîşkî li Amerîkayê bi dest xistiye, ku li hinek welatan mafê xwendinê ji jinan re nebû û tew li Amerîkayê jî mafê jinan ê dengdanê nebû! Her wiha mafê çermreşan jî nebû li zanîngehan bixwînin, lê di wê serdemê de, ew keça Kurd li Koleja Pizîşkî ya Jinan – Pennsylvanya dixwîne û dibe yek ji yekemîn doktorên jin ên cîhanê ku bawernameya pizîşkî bi dest xistibe.

Wêneyeke Dr. Sabatê ku bi cil û bergên Kurdî ligel du hevpolan girtiye û li çend cihan hatiye weşandin, wisa kir ku em li çîroka wê keça Kurd bigerin û bizanin kengî hatiye Amerîkayê, li ku derê xwendiye, piştî xwendina xwe çi kiriye û gelo Dr. Sabatê kî ye?

Berî ku em qala çîroka Dr. Sabatê bikin, ez dixwazim qala wê yekê bikim ku Dr. Sabat li Koleja Bijîjkî ya Jinan - Pennsylvania xwendiye. Ev kolej di sala 1850î de li eyaleta Pennsylvania, li bajarê Filadelfya ku paytexta wê eyaletê ye, hatiye damezrandin.

Kolej wek yekemîn kolej li ser asta cîhanê tê hejmartin ku bawernameyên bijîjkî daye jinan. Helbet berê jî kolêjeke din li Bostonê, li Amerîkayê hebû, ku di sala 1948an de hatibû damezrandin, lê kolêja Bostonê tenê li ser hin mijarên tenduristiyê jin perwerde kirine, bawername nedaye wan; lewra jî koleja ku Dr. Sabatê lê xwendiye, wek yekem koleja bijîjkî ya jinan tê hesibandin ku bawernameyên bijîjkî daye jinan.

Niha ew kolêj bi heman navî nemaye û navê wê ji bo kolêja bijîjkî ya Drexelê hatiye guhertin û girêdayî zanîngeha bi navûdeng a Drexelê ye li eyaleta Pennsylvanya. Arşîva kolejê jî li navendeke mezin bi navê ˈNavenda Mîrata Zanîngeha Drexelêˈ tê parastin.

Me li gel Matt Herbsen, arşîvvan li Navenda Mîrata Zanîngeha Drexelê hemû arşîva Dr. Sabatê derxist. Arşîv di holeke mezin û ewledar de bû, deriyên wê bi kodê vedibûn, û her wiha di hundirê salonê de jî ew kabîneyên ku arşîva wê di wan da hatibû parastin, kodên hemûyan hebûn, bi hêsanî destê her kesî nedigihişt wan.

Dr. Sabatê kî ye? Çawa û kengî hatiye vê zanîngehê û hûn çi li ser wê dizanin? Matt bi vî awayî bersiva pirsên me da û got: "Agahiyên ku di destê me de hene ew in ku dema Îslambolî li vir xwendiye û hatine tomarkirin, wêneyekî wê bi du jinên din re ku di şahiyekê de hatiye kişandin li vir tên parastin. Gava Îslambolî li vir bû beşdarî hemû dersan bûye, navê wê di nav tomarên polê de û hertim navê wê ligel xwendekarên din hatiye, her wiha navê wê di komnivîsên civînên fakulteyê de jî heye, ku ew mehane li hev civiyane û behsa xwendekarên cuda kirine".

Li gor Matt, wê demê ne diyar e, xwendekarên biyanî, çawa û bi çi awayî offera xwendinê wergirtine, lê bi giştî bi vî awayî bû, yan ew bi xwe berê bi geşt hatine Amerîkayê û daxwaz pêşkêş kirine, yan berê xizmekî wan li vir hebû û daxwaz ji wan re pêşkêş kiriye yan jî bi rêya welatê xwe hatine û ji bo derve hatine şandin, di tomarên zanîngehê de jî, nehatiye nivîsandin ku Dr. Sabat çawa hatiye, lê diyar e ku ew ji bo xwendinê ji Rojhilata Navîn çûye Amerîkayê.

Di tomarên zanîngehê de, navê Dr. Sabatê wek ˈSabat Îslambolîˈ hatiye tomarkirin, navê welatê wê jî wek Sûriyê hatiye tomarkirin, ango ji bajarê Şamê yê paytexta Sûriyê hatiye Pensilvanyayê û xwendiye. Matt dibêje: "Sala yekem ku ew beşdarî kolejê bûye, sala xwendinê ya 1885-1886an bû", di wê demê de xwendin li kolejê tenê 4 sal bûn. Lê Dr. Sabatê di 5 salan de xilas kiriye û salekê ku sedema wê ne diyar e, beşdarî xwendinê nebûye.

Matt Herbsen di vî warî de ji me re got: "Ew beşdarî sala xwendinê ya duyem nebûye, û navê wê di lîstê de nîne, zanyariyên me nînin ka çima salekê molet ji xwendinê wergirtiye, lê dotira salê, ango sala 1887an vegeriyaye ber xwendinê û sê salên din xwendina xwe berdewam kiriye, heta sala derçûna xwe di 1890î de xwendekar bû".

Dr. Sabat di sala 1890î de, bawernameya pizîşkî ji kolêjê bi dest xistiye, wê demê jî kirêya xwendinê li kolejê, ji bo her salekê 130 dolar bû. Lê li gor arşîva kolejê, Dr. Sabat, ji bo her salekê 35 dolarên skolerşîpê wergirtiye û kolejê ew pere dane wê. Her wiha hemû salên xwendinê bi serkeftî derbas kiriye.

Li Navenda Mîrata Drexelê, ji bo her xwendekarekî, fayleke taybet heye û arşîva wî tê de hatiye parastin. Di nav dosyeya Dr. Sabatê de jî, tenê du wêne hene, her du jî di heman demê de hatine kişandin, di yekê ji wan de li kamerayê temaşe kiriye û ya din jî berê xwe daye goşeyeke din.

Wêneya duyem jî ku heta niha nehatiye weşandin û yekem car ji aliyê Rûdawê ve tê belavkirin, du wêneyên wê de jî, du hevpolên wê pê re ne.

Dr. Sabatê dikeve destê rastê û du hevpolên wê jî, yek ji wan ku dikeve nîvekê de, navê wê Kii Okamî ye û ji Japonya ye. Ya din jî ku li hêla çepê ye, navê wê Anandî Joşî ye û ji Hindistanê bû, her sêyan cil û bergên kultûrî li xwe kirine, pir bi zelalî jî diyar e, cilên Dr. Sabatê, cilekî Kurdî yê kultûrî ye.

Bi gotina Matt jî, di wê demê de hejmara kesên ku ji welatên din hatine, pir kêm bû. Di her polekê de jî, nêzîkî 35 heta 45 xwendekaran xwendiye.

Xwendina bijîşkî di wê demê de, bi awayekî giştî bû û wek niha pisporî kêmtir hebû. Lê xwendina li wê kolejê bêhtir giranî didanî ser nexweşiyên jinan û her wiha jidayikbûna zarokan.

Di yekem sala xwendina xwe de jî, çend ders dixwendin wek kîmya, anatomî, psîkolojî, madeyên bijîşkî ji bo çêkirina dermên, dermankirina giştî û dermansazî. Hevdem testgeha wan a taybet hebû û bi awayê pratîk jî dersên xwe dixwendin.

Agahiyên kesane li ser Dr. Sabatê kêm in. Em di tomarên zanîngehê de jî geriyan, zanyariyên kêm bi dest me ketin, hevdem dîrok û cihê jidayikbûna Dr. Sabatê ne diyar in. Lê li gor şopandina me û lêkolînên ku li ser Dr. Sabatê hatine kirin "Dr. Sabatê di malbateke cihû de ji dayik bûye û malbata wê li Şamê jiyane, wê çaxê jî ji Şamê hatiye Pensilvanyayê.

Piştî wergirtina bawernameya bijîşkî jî, vegeriyaye Şamê û karê bijîşkî kiriye. Necîb Cerar, nivîskar û rêveberê bazarkirina bikarber a Google-ê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, ku şopandin ji bo jiyana Dr. Sabatê kiriye, ji me re got: "Dr. Sabatê, ji malbateke zengîn a cihûyên nişteciyên Şamê bû. Piştî vegera wê ji bo Şamê jî, çend salan li wir dimîne. Paşê sala 1919an diçe Qahîreyê û li wir dirêjahiyê dide karê bijîşkî û sala 1941ê koça dawî kiriye.

Niha hinek neviyên wê li Kenedayê dijîn.' Me şopandin li ser xizmên Dr. Sabatê kir û me hewl da ku neviyên wê bibînin û bi wan re biaxivin, lê heta niha ti agahî der barê wan de bi destê me neketiye.

Derbarê jiyana wê ya piştî kolejê jî, Matt Herbersen ji Rûdawê re got: "Agahiyên me nînin, dema ku em li dosyeyên derçûyan dinêrin, hejmareke zêde ya xwendekaran li kolejê xwendine, faylên me yên taybet derbarê wan hene, zanyariyên piştî derçûna wan jî li xwe digirin. Lê heke em li dosyeya Îslambolî binêrin, hin agahî hene, di nav wan de têbîniyek jî heye ku vedigere sala 1929an û kolejê hewl daye ku bizane gelo Îslambolî hîn sax e û derbarê pîşeya xwe çi kiriye, hin tiştên bi vî awayî. Lê piştî 1929an, ti agahiyeke din derbarê Îslambolî de bi dest nexistine û her wiha bi demeke pir nêzîk jî piştî derçûna wê ji kolejê, di derbarê wî de gelek kêm agahî bi dest xistine" Dibe ku sedema veqetandina Dr. Sabatê jî ji kolejê ji ber dûrbûna di navbera welatên wan de be û her weha nebûna faktorên veguhestinê yên bihêz di wê demê de be.

Me ji Matt Herbersen pirsî ka gelo Dr. Sabatê tekane Kurd bû ku li wê kolejê xwendiye yan na? Wî qala wê yekê kir ku dibe ku Kurdên din jî hebûbin, lê ji ber ku navê wan ne diyar e yan bi navê welatekî din hatine, dîtina wan ne hêsan e, û tiştê ku em jî di arşîvê de geriyan, piştî salên 1900-an, hejmarek xwendekarên din ji Rojhilata Navîn nemaze ji Îran û Tirkiyê hatine vê kolêjê û lê xwendine.

Çaxê ku Dr. Sabatê li kolejê xwendiye, avahiyek wan a biçûk hebû. Lê çend salan piştî derçûna Dr. Sabatê, avahiyeke mezin ji bo kolejê tê peydakirin, ku ew avahî heta niha maye. Em çûn pêşber avahiyê, her çiqasî avahî niha bûye cihê niştecîbûna taybet, lê dîsa jî bi tîpên mezin li ser hatiye nivîsandin, Koleja Pizîşkî ya Jinan – Pennsylvanya. Dîzayna derve ya avahiyê jî wek berê maye û desttêwerdan tê da nehatiye kirin.

Dr. Sabat Kurdeke cihû ya nişteciha Sûriyê bû, ez dixwazim qala wê yekê bikim, li gor şopandinên ku min kirine, cihûyên ku wê demê koçî Sûriyê kirine, bêhtir ji Bakurê Kurdistanê bûn, xasma jî bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ku wek Urfalîm têne naskirin. Cil û bergê Dr. Sabatê jî heman ew cil û bergê Kurdî ye ku hinek jin û keçên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê li xwe dikirin, û niha jî di hinek helkeftan de ev cil û berg ji aliyê jin û keçên Kurd têne lixwekirin. Ku kiras û îşlikekî dirêj e û her wiha kumek li serê wan e ku bi lîreyan hatiye xemilandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst