Li Wanê 20 koçber û 3 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tûşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 20 koçberên Afxanî û 3 qeçaxçî hatin desteserkirin.

Li Taxa Kalecik a Tûşbayê polîsan li ser zanyariyên ku koçber hene bi ser malekê de girtin. Di operasyonê de 20 koçberên Afxanî hatin girtin. Herwiha bi hinceta qeçaxçîtî bi koçberan kirine 3 kes jî hatin desteserkirin.

Koçberên Afxanî bo Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Qeçaxçitiya Koçberan a Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê hatin radestkirin.

Piştî kontrolkirina Afxanistanê ji aliyê Talibanê ve hejmara koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê û di ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Wanê dibin zêdetir bûye.