Hesinên li dor gora Tahir Elçî hatin dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hesinên li dora gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî hatin dizîn.

Li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê, hesinên li dora gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî hatin rakirin. Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku ew bûyereke diziyê bûye.

Li ser hesabê xwe yê Twitterê Turkan Elçî diyar kir ku hesinên li dora gora hevjînê wê hatine rakirin û deriyên hin gorên li derdorê jî hatine dizîn.

Turkan Elçî got: “Ez ji ber hestiyariya li ser nûçeya ku gora Tahir Elçî hat xerakirin spasiya we dikim; lê belê ez dixwazim vê bêjim ku ez wê nûçeya ku dibêje 'hate wêrankirin' rast nabînim, ji ber ku gelek eşkere ye hate dizîn. Sibe, berteka me ya li hember wêraniyeke bi zanebûn dê bêwate be.”

Ji aliyê din ve Baroya Amadê jî diyar kir ku ev bûyer berî 20 rojan qewimî ye.

Baro Amedê di daxuyaniya xwe ya derbarê vê mijarê de dibêje: “Nûçeyên îro ku dibêjin 'gora Tahir Elçî hat wêrankirin’ rastiya wê ew e ku berî 20 rojan li Goristanê Yenikoyê hesinên hejmarekê goran hatibû dizîn. Em dixwazin vê agahiyê bidin ku gora Tahir Elçî nehata wêrankirin û em spasiya hestiyarî û eleqeya ku ji aliyê gel ve hatî nîşandan dikin.”