Erdogan gefa êrişê bo ser Mexmûrê xwar

02-06-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyip Erdogan Şingal Mexmûr Qendîl PKK Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gefa êrişekê bo ser Mexmûrê xwar û got û ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin.

Recep Tayyîp Erdogan şeva derbasbûyî beşdarî bernameyeke taybet a TRTê bû ku televîzyona fermî ya Tirkiyê ye û bersiva pirsên rojnamevanan da li ser şerê PKKê û dawîn pêşhatên li Tirkiye û navçeyê.

Li ser pirseke derbarê Qendîlê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kir ku “du qendîl hene yek li Iraq û yek li Îranê, tevî ku aliyê li Îranê gelek lêdan li ser çê bû, ti encamek nehat wergirtin” got, “Piştî wê Qendîla duyem wek armanc hat diyarkirin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kir, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin û got, ew Mexmûrê wek hêlîna PKKê dibînin û li navenda bajar mezin dibe û eger ew destwerdanê nekin dê tim berfireh bibe.

Li ser pirsa “Mexmûr di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî (NY) de bû, hûn li gel NYê dicivin?” Erdogan got, ew dê li gel hemû aliyan bicivin û bi gotina wî eger NY destwerdanê di wir de neke û “paqij neke”, Tirkiye wek endama NYê dê bi xwe wî karî bike.

Li gor Erdogan PKK ketiye rewşeke zehmet û rastî gelek astengiyan tê di beşdarîkirina xelkê bo nav refên xwe.

Serokomarê Tirkiyê behsa wê jî kir ku wan di şerê dijî gerîlayên PKKê de taktîk guhertiye û ranawestin û li her derê armanc digirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gotibû ew hewl didin di meselaya Mexmûrê de hevahengiyê li gel “birayên xwe yên Iraqî” bikin.

Akar meha Nîsanê jî di daxuyaniyekê de rexne li hebûna gerîlayên PKKê li Mexmûr û Şingalê girtibûn û gotibû, ew çaverê dikin ku “tişta pêwîst” bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst