Şervan Derwîş: Aloziyên li Minbicê tola biryara Rêveberiya Xweser e

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji Rûdawê re ragihand, ku destê “rejîma Sûriyê” û “şaneyên tawankar” di aloziyên wê dawiyê yên li herêma Minbicê de heye û got, piştî civîna bi şêx û mezinên eşîran re û biryarên encûmenên sivîl û leşkerî yên Minbicê, rewşa herêmê aram bûye.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş êvara Çarşemê 2ê Hezîrana 2021an têkildarî rewşa dawîn a li herêmê beşdarî Bultena Rojavayê Kurdistanê a Rûdaw TV a di demjimêr 19:00 de bû û ragihand, alozî û xwepêşandan li herêmê piştî wê yekê destpê kir, ku hejmarek kesan li dijî xizmeta leşkeriya neçar û herwiha krîza aborî xwepêşandan kirin.

Şervan Derwîş ragihand, hin xwestekên gel ên rewa hene, lê hin aliyan hewl dan wan xwestekan ber bi aliyekî xirab ve bibin û rewşa Minbicê tevlihev bikin.

Derwîş diyar kir, destê hikumeta Sûriyê li pişt bûyer û aloziyên li Minbicê heye û got, tevlivevkirina rewşa Minbicê girêdayî biryara Rêveberiya Xweser a rêgirtina li lidarxistina hilbijartinên serokatiya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di kontrola rêveberiyê de ye.

Derwîş got: “Niha ew kesên ku xwestin ew xwestekên gelêrî ber bi aliyekî xirab ve bibin an xizmeta aliyekî din bikin, her kes dizane li Minbicê ku ew alîgirên rejîmê (Sûriye) ne.., ez vê tevliheviyê di vê demê de girê didim bi biryara dawî ya pêkneanîna hilbijartinên Sûriyê. Him Rêveberiya Xweser û him jî MSDê qebûl nekirin ku sindoq li vir bê danîn. Ez vê weke peyama wê biryarê dibînim.”

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir, tevlihevkirin û têkdana rewşa navçeyê, dibe ku weke “tolhildanek” li hember biryara Rêveberiya Xweser a têkildarî hilbiajrtinên Sûriyê be.

Derwîş amaje bi civîna îro ya herdu encûmenên sivîl û leşkerî yên Minbicê li gel şêx û serok eşîrên Minbicê kir û ragihand, di vê civînê de em gihîştin çend xalan û me li hev kir.

Encûmenên sivîl û leşkerî yên Minbicê têkildarî aloziyên wê dawiyê û rewşa li herêmê, îro bi mezin, rûsipî û şêxên êlên Minbicê re civiyan û piştî nirxandin û gotûbêjkirina rewşê, rêveberiya sivîl û leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa herêmê de sê biryar dan.

Li gor daxuyaniyê, di civîna îro de ji bo aramkirina rewşa Minbicê û vegerandina ewlehiyê bo herêmê, biryar hat dan ku “kampîna pêkanîna erka xweparastinê (leşkeriya neçar) li Minbicê heta demekê bê rawestandin, daku careke din bê gotûbêjkirin.”

Herwiha hat aşkerekirin ku biryar hatiye dan, “hemû kesên ku di bûyerên dawîn de li Minbicê û gundewarê wê hatine girtin, serbest bêne berdan.” Encûmenên leşkerî û sivîl ên Minbicê herwiha biryar dane, ku “komîteyeke lêkolînê bê avakirin û lêpirsîn bi hemû wan kesan re bê kirin ku destê wan di bûyer û aloziyên van rojên dawiyê de hebûye.”

Kurd û Ereb pêkhateyên sereke yên herêma Minbicê ne, lê pêkhateyên din jî li herêmê dijîn. Di sala 2016an de û piştî operasyoneke serkeftî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, Minbic ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û ew dema pênc salan e ku di kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.

Berdevkê Encûmena Leşkeriya Minbicê dibêje, her ji roja rizgarkirina herêmê ji destê DAIŞê ve, him hikûmeta Sûriyê û him komên çekdarên opozisyonê û Tirkiye hewl didin, ku rewşê li herêmê tevlihev bikin.

Şervan Derwîş da xuyakirin, di wan pênc salan de ku Minbic di kontrola hêzên wan de ye, ew rastî gelek pîlanan hatine û destnîşan dike, “ji ber danûstandinên baş û asta baş a pêkvejiyanê û jiyana hevbeş li Minbicê, me kariye pêngavên mezin bavêjin, tevî ku 20 km li milê başûrê Minbicê rejîm heye û kêmtir ji 20 kîlometran ji aliyê bakur ve Tirkiye û çeteyên wê hene.”

Dema çend rojan bû li bajarê Minbicê û gundewarên wê li dijî birina gencan bo leşkeriya neçar anko erka xweparastinê, xwepêşandan û alozî derketin û hejmarek kes di nava xwepêşanderan de êrîşî hêzên Asayişê kirin.

Di destpêkê de hejmarek kes li Minbicê li dijî leşkeriya neçar, ku bi fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve weke “Erka Xweparastinê” tê naskirin, derketin cade û kolanan, lê piştî ku roja Duşemê kesek di nav xwepêşanderan de hat kuştin, xwepêşandan berfirehtir bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di encama aloziyan de 3 kes hatine kuştin. Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê SANA jî ragihandiye, di aloziyên Minbicê de 4 xwepêşander hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne. Lê li aliyê din heta niha Rêveberiya weser û tû amarek di derbarê kuştî û birîndaran de belav nekirine.

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê jî li benda têkçûna rewşê li nav Minbicê ne da ku destêwerdana serbazî bikin. Wan grûpên çekdar li medyaya xwe û li ser hesabên alîgirên wan yên medya civakî bangewaz belav kirine daxwaz ji eşîrên Ereb ên li Minbicê kirine ku li dijî Rêveberiya Xweser serî hildin.

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve jî ragihandine ku wan hêzên zêde şandine derdora Minbicê û li benda demjimêra sifirê ne da ku êrîşî Minbicê bikin. Encûmena Leşkerî ya Minbic jî ragihandiye ku ew amade ne ewlehî û armiya bajêr ji destêwerdanên derekî biparêzin.