Tora Çand û Zimanê Kurdî li 3 bajaran çalakiyan li dar dixe

02-06-2021
RÛDAW
Amed/Rûdaw
Amed/Rûdaw
Nîşan Tora Çand û Zimanê Kurdî Şîlan Elmas MED-DER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Çand û Zimanê Kurdî aşkere kir, “Em dê bo piştgiriya helmeta Zimanê Kurdî çalakiyan saz bikin.”

Tora Çand û Zimanê Kurdî derbarê çalakiyên xwe de ku dê li bajarên Amed, Cizîr û Wan ên Bakurê Kurdistanê saz bikin, kongreyeke rojnamevaniyê saz kir.

Tora Çand û Zimanê Kurdî daxuyaniya xwe li Şaxa Amedê ya Odeya Avahîsazan da û diyar kir ku di çarçoveya helmeta Zimanê Kurdî de ew dê li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê çalakiyan li dar bixin.

Hevseroka Komeleya lêkolînên Çand û ziman ya Mezopotamya(MED-DER) Şîlan Elmas Kan diyar kir Lijneya Zimanê Kurdî di 21ê Sibatê de ku roja zimanê dayîkê ye helmetek bi navê `Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehiyê ` dabû destpêkirin û ew jî dê wek berdewamiya vê helmetê çalakiyan saz bikin.

Şîlan Elmas Kan got, “Kurd yekîtiya xwe bi zimanê xwe ava dikin û bo wê jî helmeteke komkirina îmzeyan destpê kiriye. Em jî dê li 3 bajaran bo piştgiriya helmetê, çalakiyên xwe saz bikin.”

Li gor bernameya Şîlan Elmas Kan diyar kiriye, 3ê Hezîranê li Cizîrê, 4ê Hezîranê li Wanê û 6ê Hezîranê jî li Amedê bi dirûşma `Zimanê Kurdî Bila Bibe Zimanê Fermî û Perwerdehiyê` aheng dê bên sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst