Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Brîtanyayê civiyan

02-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Brîtanya James Thornton
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton kir û di civînekê de ligel wî pêşhatên herî dawî û bandorên vîrusa koronayê li navçeyê gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de pêşhatên herî dawî û belavbûna pandemiy vîrusa koronayê û rêkarên rûbirûbûna wê li Herêma Kurdistan û Iraqê û bandor û encamên wê û hemû aliyên wê, bi taybetî li ser rewşa aborî, hat gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku rewşa welat dixwaze ku kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bêne çareserkirin û hêvî kir, li gel hikûmeta Mistefa Kazimî li ser bingeha destûrê bigihin çareseriyê.

Li gor daxuyaniyê, di beşeke din a civînê de, behsa bihêzbûna DAIŞê û êrîşên wan hat kirin, û herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya hebûna mekanîzmeke hevkarî û hemahengiya rûbirûbûna vê metirsiya ciddî ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal de kirin.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêr, James Thornton jî ragihand, ku Brîtanya dixwaze peywendiyên xwe li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê biparêze û pêş bixe.

James Thornton herwiha hêvî kir, ku kompanyayên Brîtanî bikarin li Herêma Kurdistanê derfeta kar û veberhênan û sermayeguzariyê bi dest ve bînin û di jêrxan  û warên cuda cuda yên din de karê hevbeş bikin.

Mijareke din a civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê, bernameya kar ya hikûmeta Iraqê bû. Herdu aliyan tekez kirin ku piştgîriya Serokwezîr Mistefa Kazimî dikin.

Herdu aliyan behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanû û proseya reformê li herêmê jî kirin û piştevaniya xwe bo encamdana reforman li Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst