Salih Muslim: Lihevkirina li Rojava dê ji hemû Kurdistanê re bibe nimune

02-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Yekrêziya Kurdî Salih Muslim PYD ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku pêvajoya yekemîn a diyaloga ji bo yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ango diyaloga Kurd-Kurd erênî bû û di demek nêz de dê pêvajoya duyemîn destpê bike.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim di hevpeyvînekê de ji medyaya xwecihî ya ser bi Rêveberiya Xweser re danûstandinên di navbera ENKS û PYDê deyên ji bo yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nirxand û got ku Her lihevkirinek li Rojava dê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibe nimuneyek.

Salih Muslim diyar kir ku mijara herî girîng destpêkirina danûstandina di navbera aliyên siyasî yên li  Rojava de ye û got: “Bê guman hinek di dema borî de dûrketin di navbera partiyên siyasî de hebû. Di vê pêvajoyê de, em gihaştin encaman ku gelek nuqteyên hevbeş di navbera me de hene. Mirov dikare li ser wan lihev bike û deriyê nîqaşan vebike. Niqaş jî bi awayekî erênî meşiyan. Tişta balkêş di danûstandinan de ew e ku cudahî di navbera nêrînên siyasî de tune bûn. Bi taybet mijarên sereke mîna têkiliyên bi rejîma Sûriyê û çi jê tê xwestin. Hêzên opozîsyona derve û têkiliyên derve.”

Derbarê mijarên qonaxa duyemîn a diyalogê de Muslim eşkere kir ku Di nîqaşên dawîn de hate pêşniyarkirin diyalog li gorî peymana Dihokê 2014an werin meşandin, lê ji ber rewşa heyî, divê ew peyman hinekî were guhertin û wiha pê de çû: “Ji ber ku ew lihevkirin beriya 6 salan bû. Piştî wê gelek guhertin li herêmê çêbûn. Nîqaş dê di navbera hêz û partiyên ku dê lêvegereke Kurd ava bikin û herêmên li gorî peymana Dihokê were birêvebirin de be.”

Muslim da zanîn ku danûstandin dê di demek nêz de destpê bikin û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê got: “Rewşa Rojava hesas e. Pêkhatina yekîtiyê li ser asta Kurdistanê pêwîstiyek bi lez e. Niha em hewl didin di vî warî de li Rojava gavan bavêjin. Lihevkirina di navbera partiyên siyasî de têrê nake. Lê dîsa jî gavek baş e. Di pêşerojê de dibe ku kongreyek an jî konferansek bi tevlibûna tevahiya çînên civakê lidar keve. Ji ber ku partiyên siyasî beşek ji civakê ne.

Gava yekemîn; pêkhatine lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlibûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe. Bi nêrîna min her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji tevahiya Kurdistanê re bibe nimune.”

Li ser pirsa “mayîna ENKSê di îtîlafê de gelo li pêşiya yekîtiyê nabe astengî” jî Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê wiha axivî: “Ev mijar bi ENKS`ê ve girêdayî ye. Biryar a wê ye. Bi nêrîna min ger lihevkirinek Kurd pêk hat, wê demê têkilî bi hemûyan re, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be. Berovajî wê divê siyaseta Kurd a ku hêzên Kurd li ser lihevkirin e were meşandin û parastin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst