ROJAVA - 45,000 şervan ji bo parastina dexlûdanên cotkaran hatin erkdarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 45 hezar endamên parastinê dê zeviyên dexlûdan ji şewitandinê biparêzin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragiahnd ku li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Navxweyî û xwediyên mêrg û erdên çandiniyê, werza çandiniyê ya îsal diparêzin.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî di dema dawiyê de agir bi rûberekî zêde ya zeviyên dexlûdan li navçeyên wan ketin, niha wan zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Navxweyî û xwediyên çewlîg û erdên çandiniyê wek pasevan danîne ber zeviyên dexlûdan heta ku ji aliyê patozan ve bên çinîn.

Ji wan 45 hezar kesan, 30 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn an Asayişê ne, 15 hezar jî endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ne.

Derbarê mijarê de Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen ji medyaya xwecihî ya ser bi Rêveberiya Xweser re axiviye û ragihandiye, ji destpêka çêbûna berhemên çandiniyê, hêzên wan li herêman hatin belavkirin û nobetê digirin.

El Hesen hejmara endamên ji bo nobetê û parastinê hatine erkdarkirin eşkere kir û got: "Zêdetirî 30 hezar endam parastina erdên çandiniyê dikin. Em bang li şêniyan dikin ku heke rewşeke awarte dîtin yekser me agahdar bikin."

Heta niha li gor amarên eşkere kirî, zêdetirî 82 hezar donim ji erdan hatin şewitandin ku piraniya şewatan bi destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyon Sûriyê çêbûne.

Li gor amarên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sala borî 435 hezar û 500 donimên genim û ceh şewitîne, ku zêdetirî 11 milyar lîreyê Sûrî zerar derbas kiriye.