Serok Barzanî piştgiriya daxwazên rewşenbîr û hunermendên Silêmaniyê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li bajarokê Selahedînê ya ser bi Hewlêrê ve, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hejmarek hunermend, rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmaniyê kir û piştevaniya xwe bo daxwazên wan nîşan da.

 

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de serok Barzanî bi germî bi xêr hatina mêvanan kir û piştevaniya xwe ya temam ji bo daxwaz û xwestekên wan anî ziman.

 

Serok Barzanî ragihand: “Rewşenbîr û hunermend beşekî giring û  bibandor ê civakê ne û hinek caran rola wan gelek ji ya siyasetvanan zêdetir e û dikarin bêtir jî xizmeta gelê xwe bikin.”

 

Hunermend û nivîskarên bajarê Silêmaniyê jî kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê anîn ziman.

 

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye gotin: “Beşek ji wan kesên ku di serdema Şoreşa Îlonê (Eylûl) de rol dîtine, behsa kêşe û giriftên li pêşiya bizava rewşenbîrî û hunerê kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin, bêtir piştgiriyê li xwestek û daxwazên hunermendan û rewşenbîrên Kurdistanê bike, bi corekê ku rol û pêgeha rewşenbîran û hunermendan û zehmetî û westiyana wan were liberçavgirtin.”