Selahedîn Behaedîn bang li PDKê û YNKê kir: Rewş nazik e, zû li hev bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û têde bang li aliyên siyasî û bi taybet YNKê û PDKê kir ku helwesteke biberpirsyarî nîşan bidin û bi çarenivîsa ezmûna Kurdistanê û doza rewa ya Kurd nelîzin.

 

Selahedîn Behaedîn di peyama xwe de bang li serkirdatiya PDKê û YNKê dike û dibêje: “Kengî dema vê nelivkirinê û nerêkî û gefkirina li hev e? Di vê rewşa aloz a Herêmê û navçeyê de divê hûn herî zû li hev bikin û cudahiyên (nankokiyên) xwe bi danûstandin û gotûbêjê çareser bikin. Rê nedin zimanê şer serkeve û proseya siyasî û dezgehên fermî yên niştimanî ji kar bikevin û neçar bin destwerdana xelkên berjewendîxwaz qebûl bikin.”

 

Behaedîn di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Ez ricayekî birayane li herdu partiyên desthilatdar ên Herêmê, (PDK û YNK) û bi taybetî herdu serkirdeyên birêz cenabê kek Mesûd Barzanî û kek Kosret Resûl dikim, biryareke bilez a lihevhatinê bidin û rê li geşedan û aloziyên bêtir bigrin, daku heya ku rewş aloztir nebûye û kêşe nebçûne asteke xirab ku veger jê tunebe, berpirsatiya desthilata Kurdistanê di stuyê we de ye... Kengî rewa ye ku bi çarenivîsa vê ezmûnê û vê doza rewa were lîstin? Bi hinceta şaşiyên siyasî û tolhildana li hevdu.”

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê amadebûna partiya xwe bo rêkxistina navmala Kurd aniye ziman û dibêje: “Em weke Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di vî warî de tevî parastina pêgeha xwe ya opozisyonbûnê, ji bo her erkekî amade ne ku navmala Kurdistanê rêk bixe.”

 

Di dawiya peyama xwe de, Selahedîn Behaedîn çar daxwazên xwe tîne ziman û destnîşan kiriye:

 

“-Divê rewşa hestyar û aloz a navçeyê û Iraqê, metirsî û gef hertim di bîra me de be.


-Rawestandina demildest a hemû corên aloziyan û şerê ragihandinê.


-Rêgirtin li daxuyaniyên dijî hev ên serkirdeyên herdu aliyan û civîneke bilez a lûtke ya herdu aliyan bi rihê lêborînê û bi vîneke (îradeyekê) ji bo çareseriyê.”

 

Peyama Selahedîn Behaedîn di demekê de ye ku nakokiyên navbera PDK û YNK piştî civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê kûrtir bûne. PDKê beşdarnebûna YNKê di vê civîna parlamentoyê de weke binpêkirina rêkeftina vê dawiyê ya navbera herdu aliyan bi nav kir.

 

PDKê herwiha îro naveroka rêkeftina bi YNKê û civîna ku rêkeftin têde hatibû kirin, belav kir.

 

Pêştir YNKê ragihandibû, bi sedema rêknekeftina li ser parêzgarê Kerkûkê û ji ber ku wan ti pêngavên pratîkî ji PDKê bo cîbicîkirina rêkeftina dualî nedît, parlamenterên wan beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê ya ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê nebûn. Lê belê PDK wê yekê red dike û dibêje, YNKê rêkeftina dualî binpê kiriye.