Parlamenterê HDPê: Rakirina tabeleya Kurdî provakasyon e

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydalî li ser daxistina tabelaya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê got: “Tabele bi fermana Wezîrê Navxwe hatiye rakirin. Ma zerarê wê ji kê re hebû, ev yek provakasyon e.”

Parlamenterê HDPê yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydalî daxuyanî da Rûdawê li daxistina tabeleya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê ji aliyê Nesrullah Tanglay ve ku di hilbijartinên 31ê Adarê de wek serokê şaredariya bajêr hatiye hilbijartin.

Mahmut Celadet Gaydalî got: “Serokê nû yê hatî hilbijartin wekî karê xwe yekem tabelaya Kurdî rakir. Tabele ji jor bi fermana Wezîrê Navxwe hat rakirin. Jixwe tê zanîn ew çend netewperest û dijî Kurdî ye. Di eslê xwe de ev yek dilsoziya wan jî nîşan dide.”

Gaydalî da zanîn ku AK Partî bi rakirina qedexeyên li ser çand û zimanê Kurdî pesnê xwe dide û wih pê de çû: “Ka qedexe hatibûn rakirin? Ev bêtehemûlî ye, delîlên wê yekê ne ku hêj qedexe berwam in. Ma zerarê  wê dida kê, ev yek provakasyon e.”

Bi gotina Gaydalî AK Partî dixwaze mijara tabeleyê ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartina Stenbolê bikar bîne.

Parlamenterê HDPê yê Bedlîsê herwiha bibîr xist ku 9 endamên Meclîsa Encûmena Tetwanê ên HDPyî ji kar hatibûn dûrxistin.