“Fermandeyê hêza Quds a îranî Qasim Sulêymanî dostê kurdan e”

 

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax diyar kir ku fermandeyê hêza Quds a Îranê Qasim Sulêymanî dijî kurdan nîne û got, Sulêymanî gellekî dostê kurdan e. Debax her wiha ragihand, heta niha Îranê biryara dawî nedaye ka dê Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê yan na.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nazim Debax, beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û li ser kar û bernameyên nûnertiya hikûmetê ya li Tehranê got, ew avahiya ku nûnertiya hikûmetê tê de ye li ser navê min e nek hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Nazim Debax, derbarê vê yekê de ku gelo hikûmeta Iraqê wê nûneratiyê qebûl dike yan na, got, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweys serdana me kiriye ev jî tê wateya qebûlkirina wê lê heta niha Hoşyar Zêbarî wek Wezîrê Derve yê Iraqê serdana me nekiriye.

 

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê behsa fermandeyê hêza Quds a Îranê ku girêdayî Artêşa Pasdaran e, Qasim Sulêymanî jî kir û got, kesekî wisa ye ku ji pasdarekî sade xwe gihandiye pileya niha û her dem dostê kurdan bûye.

 

Nazim Debax, her wiha anî ziman ku herî Qasim Sulêymanî di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de hatiye Hewlêrê.

Derbarê civîneka navbera Qasim Sulêymanî û kesekî yekemî partiyeke îslamî ya Başûrê Kurdistanê jî, ku tê gotin li nav balafirê û li balafirgeha Hewlêrê hev dîtibûn, Debax got, ev bûyer bi awayekî sudfe çêbûye.

 

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di navbera wan û hikûmeta Îranê namekariya fermî jî heye û got, mînak, dema forma xerê elektirîkê ji me re tê li ser dinivîsin, ji nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re.

 

Qasim Sulêymanî, wek dîzaynerê siyaseta Îranê li Rojhilata Navîn bi taybet li Iraq û Sûriyê tê zanîn.