Endamekî ENKSê: Gelê Rojava dê hilbijartinên Sûriyê baykot bike

02-06-2014
Nûreddîn Osman
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî ENKSê dibêje, heger her du encumenan (ENKS û EGRK) biryara baykotkirina hilbijartinên Sûriyê dernexistiba jî ewê gelê kurd deng nedin.

 

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS) Fuad Elîko, ji Rûdawê re got ku, ew di wê baweriyê de ye heger her du encumenên kurdî helwesta baykotkirina hilbijartinên serokatiya Sûriyê nedaba, ewê gelê kurd ji hêla xwe ve hilbijartin baykot kiriba.

 

Elîko tekez ku, berî niha jî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê hemî hilbijartinên rêjîmê baykot dikir, û bi taybet di sala 2007an de, dema ku hilbijartinên serokatiyê hatin encamdan, ji sedî 80 ji gelê kurd neçûn ser sindoqan, û ewê ku deng dan karmend bûn û bi zorê û neçarî dengên xwe dan.

 

Elîko anî ziman ku piştî bêtirî 3 salan ji şer û kuştinê li Sûryê, encamdana van hilbijartinan cihê dilgiraniyê ye, û çûna ser sindoqan gellekî bi gelê kurd giran e, herwiha helwesta her du encumenan bi baykotkirina hilbijartinan bi erênî nirxand û got, ev helwest nêzîkiyekê di navbera her du encumenan de çêdike.

Wî endamê ENKSê, ku bi xwe endamê polîtburoya Partya Yekîtî Kurd li Sûryê ye , derbarê nûçeyên ku hinek malperên ser bi PYDê ve li dijî partiya wî û hinek partiyên din di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de belav kiribûn, got ku, ew nûçe derew in, û heger ne PYD lê istixbaratên hemî cîhanê karibin dêkomêntekê yan jî nîşanekê pêşkêş bikin ku serkirdeyê partiya Yekîtî digel serkirdeyên rêjîmê civiyane bila derxînin, yan na ev nûçeyên wiha xwediyê xwe li cem gelê kurd bênirx dike.

 

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê dê sibê (3ê Hezîranê) were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst