Li Rihayê lehî rabû: Cade û kolan di bin avê de man

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Hewag Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur lehî rabû û kolanên bajêr di bin avê de man.

Li navend û navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê jî baran û zîpik bariyan û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Li navenda bajêr cade û kolan di bin avê de man û çûnûhatina welatiyan zehmet bûye.

Herwiha li navçeya Hewagê jî ji ber barana zêde av çû nav malên welatiyan û zerer gihiştiye zeviyên çandiniyê.

Li ser agahdarkirinê tîmên berpirsyar çûne herêmê û dest bi kar û xebatên valakirina avê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst