Li Şirnexê 10 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

02-05-2024
Nîşan Şirnex Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 10 kes bi “hinceta PKKyê” hatin desteserkirin.

Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê, bi hinceta ku “endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) in” ji bo desteserkirina 10 kesan operasyon li dar xist.

Di operasyonê de 10 kes hatin desteserkirin.

Hezên ewlehiyê ew ji bo karên îfadewergirtinê birin Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst