Karker û xebatkarên li Rojavayê Kurdistanê di çi rewşê de ne?

02-05-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Hesen Remzî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hesen Remzî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Karker 1ê Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî da zanîn ku karkerên li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke zehmet de ne.

Hesen Remzî, bi wesîleya 1ê Gulanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa karker û xebatkarên li Rojavayê Kurdistanê kir.

Hesen Remzî diyar kir ku ji ber rewşa xirab a Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rewşa karkeran jî gelekî xirab û xwest ku mafên karkerên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bên parastin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî got:

“Ji ber ku karkerên Kurd jî di nav de bi karkerên cîhanê rê pêwendîdar e ev roj rojeke pîroz e.

Bi rastî Sûriye û bi taybetî jî miletê Kurd di rewşeke xirab re derbas dibe.

Ji ber vê jî karkerên me di rewşeke xirab re derbas dibin, ji ber ku ne ti sendîka ne ti rêxistin nînin ku mafên wan biparêzin.

Ew di rewşeke xirab de ne, lewra Sûriye bi tevayî di krîzeke xirab de ye, kuştin û şer û pevçûn hene.”

“Em bangî dewletên pêwendîdar dikin”

Hesen Remzî amaje pê kir ku li Rojavayê Kurdistanê “desthilateke rewa nîne ku mafên karkeran biparêzê” û got:

“Em bangî dewletên pêwendîdar dikin ku di dema herî zû de çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyeyê re bibînin da ku karkerên me jî wekî hemû karkeran di rewşeke xweş û azad de bijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst